07 juni 2023

Sed sal li nîvê nufûsa Erzînganê li malê kurdî dipeyivî

Ugur Adsiz, di Twîtterê da li ser zimanan, li kîjan bajarî kîjan ziman tê peyivîn tabloyek belav kiriye.

Li gorî vê tabloyê, anketa resmî di sala 1927a da ji %41, 47ê nufûsa Erzîngfanê bi kurdî dipeyivî.

Piştî 96 salan tirkan kurd hêran, giş kirin tirk, belkî nuha li Erzînganê ji %1-2 jî bi kurdî napeyive.

Lê ne li Erzînganê tenê, li Kurdistanê li gelek bajarên din jî yek kêm, yek zêde rewş eynî ye, eynî tişt kirine.

Mêrikan di nav sed salî da bi milyonan kurd daqultandin, hûp kirin, ji ortê wenda kirin, kirin tirk.
Berê asîmîle dikin, zimên dikujin, dûra milet ji xwe ber dibe tirk.
Piştî ku mile tji zimanê xwe qut bû, dikeve merheleya tirkbûnê, herî zêde piştî du nifşan dibe tirk. Jixwe wer jî bûn. Li Erzînganê kesên 100 sal berê kurd bûn, nuha tirkên xalis muxlis in.
Nuha li Kurdistanê gelek bajarên din jî yek bi yek dibin Erzîngan.
40 sal berê di rojnameya Armancê da min got heger kurd li zimanê xwe xwedî dernekevin, zarêkên xwe bi kurdî mezin nekin piştî 30-40 salên din îşê kurdan diqede, piranî ewê bihele, bibe tirk.
Di vê texmîna min da çend sal şaşî hebe jî lê texmîneke rast bûye, zimanê kurdî ketiye ber sikratê, piraniya kurdan heliyan e, asîmîlasyonê pişt li kurdna şikandiy. Kurd bi lez dihelin, dibin.
Rewş, şertên dinayê, Tirkiyê û Kurdistnê new ek 100 sal berê ye, însan pir zû asîmîle û entegre dibin.
Ya xerab jî bi van siyasetmedaran, bi van serokan û bi vî aqilî em nikanin rê li ber asîmîlasyona total bigrin.

Ev jî li bakur mirina miletê kurd e, çawa li Erzînganê bi çûna zimên ra milet jî çû, bû tirk, li bajarên din jî eynî aqûbet e li bende me ye.

XXX

-Her tiştê tê îhmalkirin, xemsarî tê kirin, di ser guh ra tê avêtin dimre.

Her tiştê tê şûndahîştin, tê taloqkirin bêtir dûr dikeve.

Gotinên dibê di wextê da bihatina gotin, nehatibin gotin di dil da dibin bar.

Her tişt di cî da, di wexta xwe da xweş e.

Me zimanê xwe îhmal kir, îro li ber sikratê ye, niqika xwe ya dawî davêje, li ber mirinê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE