07 juni 2023

Zimanê kurdên başûr bûye îngilîzî

Li Hewlêrê di nabêna çend kesan da şer derketiye, bi kêran bi hev ketine, 3 kes bi kêran hatine kuştin. Di xebera Rûdawê da ereba pûlis jî xuya dike.

Li ser erebê navê pûlis ne bi kurdî ye, bi îngilîzî, ”Police, Hewler Police” hatiye nivîsîn.
Pilaqa erebeyê jî ne bi herfên latînî, bi herfên erebî ye.

Herfên li ser erebeya pûlis bi îngilîzî(Hewler Police), bi herfên latînî ye, lê pilaqa erebeyê jî bi herfên erebî ye.
Yanî şorbe ye…

Welat Kurdistan e, milet kurd e, ziman kurdî(kurmancî-soranî) ye, lê navê pûlisê wan bi îngilîzî ye, ji pûlisê xwe ra bi îngilîzî dibêjin ”police” !
Û pilaqa ”police” jî bi herfên erebî ye.

Yanî tam gêrmiya gavana ye, wek hûtê hevreng e, kes nizane çi ye.

Welat bi zimanê xwe nav li pûlisê xwe nake, navê pûlis bi zimanê xwe nanivîsîne, bi îngilîzî dinivîsîne.

Her welatî li gorî qaîdeyên zimanê xwe nav li pûlis kiriye. Her miletek li gorî zimanê xwe bi hawakî dibêje ”pûlis”.

Almanan dibêjin ” Polizei”, swêdî dibêjin ”polîs”, norweçî dibêjin ”politiet”, danmarkî dibêjin ”polîtî”, tirk dibêjin ”polîs”, îngilîz dibêjin ”polîce”, îspanî dibêjin ”polîzîa”.

Yanî her miletek li gor zimanê xwe dibêje ”pûlis” û li gorî zimanê xwe dinivîsîne.

Lê kurdên me yê başûr pûlis wek îngilîzî nivîsîne. Baş e gelo wê nivîsî çawa dixwînin?

Meriv pûlis bi îngilîzî(polîce) nivîsî, dibê wek îngilîzan jî bixwîne.

Nabe tu ”polîce” binivîsînî, pûlis ya jî pilûs, polîs bixwînî.
Kê ev aqilê çeqilmastî daye wan nizanim. Heger zimanê wan îngilîzî bûya, ya jî bi kurmancîya behdînî, bi soranî jî gotibûna ”polîce” dibû.

Lê di kurmancî û soranî da  meriv wisa nabêje, di kurdî da herfa ”C” wek ”S” nayê xwendin.
Meriv nizane çi bibêje, Xwedê aqilekî bide we.

Bi baweriya min ev komedîyeke mezin e, kurdên behdînî û soran nabêjin ”polîce”. Dibê ev pêkenîn were rastkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE