10 juni 2023

Qusûr bi kurk be jî kes pîyê xwe tê ra nake

Ez bala xwe didim beyanên, gotinên serok û endamên partiyên me, yên dost û hevalên wan, her kes dibêje ez rast im, yên din şaş dikin, siyaseteke şaş dimeşînin. 

Kêmasî û şaşiya tu kesî tuneye, tim yên din li ser riyeke şaş in, karê çewt dikin.

Kes nabêje dewê min tirş e, zimanê sor tu carî ji xwe ra xerab nabêje, tim pesnê xwe dide.

Xwezî şaşî, kêmasî bihatana zimên, wê demê merivê bidîta kî bi heq e, kî neheq e...

Lê ji ber ku şaşî, kêmasî nayên zimên kes natirse, hestiyê zimên tuneye, her kes dibêje ez û ne kesekî din. Qusûr bi kurk be jî kes pîyê xwe tê ra nake.

XXX
Îro jî li Stockholmê di ser 20 dereceyî ra germ e. Germîyanê hefta pêş me jî ewê dom bike. Ji zû da ye baran nebariye, erd ji tîna behecyî ye.

Li gelek deran daristan dişewitin.

Gava dinya wiha germ dibe meriv cangiran dibe, bêtir li derve ye, digere, li hewşê rûdine, tempoya xebatê kêm dibe.

Bîstek din xanimê ji xew rabe, emmê herin gerrra xwe ya rojane. Ji ber ku dinya germ e êdî em sibê diherin gerra xwe dikin û danê nîvro tên malika xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE