10 juni 2023

Dibê Xwebûn xebereke hewqasî şaşo maşo neweşîne

Rojnameya Xwebûnê li ser du kitêbên jinan ên dikin ji alî ”Komeleya Wêjekarên(edîbên)Kurd” va werin çapkirin xeberek çêkiriye. Lê çi heyf  sentaksa xeberê pir xerabe ye, lema jî ji xeberê tiştek nayê fêmkirin.

Bi îhtîmaleke mezin ji tirkî tercume kirine. Lê tercumeyeke xerab e, meriv xebereke bi vî rengî naweşîne. Heger di translate Googlê da tercume bikirana ewê tercumeyeke baştir bûya.

Ne rast e meriv nivîseke wiha di rojnameya xwe da, di malpera xwe da belav bike. Dibê hin kesên kurmanciya wan baştir xeberan kontrol bikin.

Dibê meriv qîmeta zimanê xwe bizanibe, xeberên bi kurmancî hema li hev nemeliqîne, miamela karê suxre bi zimanê xwe neke.
Min xwest nivîsê rast bikim, lê ji ber ku min baş fêm nekir min nikanîbû rast bikira. Nivîs wiha ye:

”Ji aliyê jinên di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd de cih digirin ve du pirtûkên helbest û çîrokan hatin amadekirin. Ew ê di demeke nêz de bên çapkirin.

Di çarçoveya xwedîderketina li ziman û wêjeya kurdî û ked û berhemên jinê de jinên di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd de cih digirin, amadekariya du berhemên bi navê “Çîrokên Jinên Wêjekar”, “Helbestên Jinên Wêjekar” dikin. Her du berhem bi zimanê kurdî ne û wê di demeke nêz de ji Weşanxaneya J&J’yê bên çapkirin.

Çîrok û helbestên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin

Di berhema “Çîrokên Jinên Wêjekar” de çîrokên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin cih digirin û amadekariya wê ji aliyê Rojnameger û Nivîskar Roza Metîna ve hatiye kirin. Di berhema “Helbestên Jinên Wêjekar” de helbestên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin cih digirin û amadekariya wê jî ji aliyê Helbestkar Zozan Gulan û Nurcan Delîl ve hatiye kirin.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE