10 juni 2023

Kemanjenê li ser xênî û adetek wek hev

Min û xanimê di telewîzyona da li fîlmê amerîkî ”Kemanjenê li xênî” temaşe kir. Fîlmekî muzîkal î muhteşem bû, ez bûm heyran. Lîstikvan, muzîk, risim, deng, kinc, dekor her tişt mikemel bû. Fîlm 3 Oscar girtiye.

Mijar li ser malbeteke yahûdî ya feqîr e. Di destpêja 1900î da li gundekî Rûsyayê malbeteke yahûdî heye, 5 keçên malbatê hene. Bav(Tevye) dixwaze keçên xwe bide mêr, lê leç qebûl nakin, dixwazin bi dilê xwe bizewicin.

Qala serpêhatîyên yahûdiyan, zulma li wan dibû, pogromên hatine serê wan dike.
Fîlm di sala 1971ê da çêbûye.

Artîstên sereke: Cihaim Topol, Norma Crane, Leonard Frey,

Molly Picon och Paul Mann.

Di sahneyekê da qedehê didin ber nigê bûkê, bûk pê li qedehê dike, dişkîne.

Ev adet li ba me jî hebû. Lê li ba me qedeh didan destê bûkê, bûkê qedeh li erdê dixist, dişkand.

Xanimê got li gund ne qedeh, bûkê pê li kevçiyekî darîn dikir, kevçî dişikand.

XXX

Medyaya Swêd, sîstema edaketê ji bo me kurdan tam bûye kopyaya Tirkiyê. Medyaya tirk bi çi çavî li kurdan dinêre, di heqê kurdan da çi zimanî bi kar tîne medya Swêd jî eynî retorîkê bi kar tîne, li hemberî kurdan eynî neyartiyê dike.

Di xeberên ser kurdan da prensîb û exlaqê rojnamevaniyê didin aliyekî, her virê, her bêbextiyê dikin.

Wek li Tirkiyê, li Swêd jî ji me kurdan ra demokrasî, heq, huqûq, edalet tuneye, dibêjin yên dijminê Tirkiyê bin dijminên me ne jî. Em qebûl nakin hûn li welatê me dijminatiya Tirkiyê bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE