09 juni 2023

Çîroka me û dara zêrgûşî

Îro ez û xanima xwe di gerra xwe da rastî dareke pir xweşik hatin. Navê wê çi ye ez nizanim. Me rismê xwe li ber girt.

Xanimê çer ew dît, got rismekî min li ber vê dara xweşik bigire. Me bi dor rismên xwe li ber girt, lê em herdu jî ne hoste ne, risim ne xweşik in.

Salê çûnî jî xanimê xwestibû ez rismê wê li ber bigrim, lê wê rojê telefona min ne bi min ra bû.


Li mehela me(li taxa me)darên çend darên wiha hene, ez bawer dikim çend sal berê jî min rismê yekê girtibû û parve kiribû. Lê ez bi dû navê wê neketim.Ez navê wê bi swêdî meraq dikim, lema min pirsî, min xwest navê vê dara xweşik bi swêdî çi ye bizanibim.

Mala Heyder Diljen ava be, ji min ra lînkek swêdî(bexçe) şandiye, di lînkê da navê darê û hin xusûsîyetên wê dibêje.

Li gorî vê agahiya bi swêdî, navê vê dara xweşik ”Gullregn, ya jî gulldregn” e, bi îngilîzî ” golden rain tree”. Navê bi almanî  jî ”Goldregen” e.
Navê wê yê ilmî "Laburnum" e.

Eslê wê ji Amerîka Bakur e, ewrûpiyan ji wir anîne Ewrûpayê.
Tiştê herî balkêş, dareke bi jahrî ye, di bizrên kulîlkên wê da ”cîtozîn” heye, kane meriv gêj bike û verşiya meriv bîne.

Xwarina 10 kulîlkên wê kane hiş ji serê meriv bibe, meriv bixewirîne. Bi taybetî jî ji bo zarokan pir talûke ye.

Çimkî zarok bi xweşikiya kulîlkên wê yên xweşik dixapin û dixwazin tahm bikin.

Ev dar li Kurdistanê heye, tuneye ez nizanim. Li Wêranşarê tunebû. Heger li herêmeke din hebe ez nizanim.

Husametîn Acar gotiye bi kurmancî navê wê ”bîşeng” e. Ez bawer nakim bîşeng be.
Gelo meriv kane çi navî lêke?

Dara zêrîn. Zerik, zêrîn, zêrgûşî, gûşîzêr. Ya jî navekî din...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE