09 juni 2023

Bîranîn baharatên jiyanê ne

Bêtalihiya me ya herî mezin pêşiyên me, nivîskarên kilasîkên me bîranînên xwe nenivîsîne.
Em ji serpêhatiyên xwe bêpar hîştine. Em nizanin Baba Tahirê Uryan, Elîyê Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî çawa jiyane, çûne ku deran, çi kirine, çi hatiye serên wan?
Lema jî em wan baş nas nakin, gelek caran em nizanin kîjan salê jidayikbûne, kîjan salê wefat kirine.

Ji nivşên van dawiyan, ji yên berî me çend kesên bîranînên xwe nivîsîne hene, ew jî hindik in, lê dîsa jî ji tunebûnê baştir e. Ji nuha û pê da ewê zêde bibin.

Çendakî berê min "Jînenîgariya" Cîgerxwîn xwend. Li ser dema xwe, li ser bûyerên wê demê, li ser serok û aktorên kurd ên wê demê gelek agahiyên hêja dide. Agahiyên wî ji bo tarîxa me ya nêz pir muhîm in.

Xwezî kesên wî qal kirine wan jî wek wî bîranînên xwe nivîsîbûna.
Lê mixabin kultura nivîsîna bîranînan li ba me kurdan kêm e. Helbet hinekan nikanîbûne binivîsin, belkî xwendin û nivîsandina wan jî tunebû.

XXX

Ez xwendina bîranînan, bîyografîyan hez dikim. Bîranîn beharatên jiyanê ne, bi wan tahm û lezeta jiyanê xweş dibe. Bêyî wan jiyan rijî ye, kal e, bêtahm e.

Xwendina bîranîn, serpêhatiyên însanan zewqekê dide meriv, meriv dilşa dike. Meriv hin bûyer û serpêhatiyên nizanîbûn fêr dibe.

Lê bibîranînên meriv bi xwe carnan meriv xemgîn dike. Meriv dibêje xwezî min wer nekiriba, wiha kiriba.

Wext zû dihere, umir jî bi xwe ra dibe. Lê bîranîn ebedî ye. Yên xatiratên xwe nivîsîne ji nifşên li pey xwe ra pir hindik ji destê mirinê tiştek xelas kirine. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE