08 juni 2023

Efendî dîsa li dû dek û dolabekê ye

Erdogan, bi telefonê bi serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Cahrles Michel ra peyivîye.

Bi texmîna min jê ra gotiye:
Cahrles, tu zanî min gelkî bîriya te kiriye, were em bi hev ra qahweyeke tirk vexun, hinekî sohbet bikin. Hukûmeta berê nabêna me xera kir, were em li hev werin, têkiliyên nabêna xwe xurt bikin.
Îşê efendî ne baş diçe, çerxa wî baş nagere, berra pinpinîkan dide, aborîya Tirkiyê seroqûnî bûye.

Tirkiye bat bûye, li ber topavêtinêye. Lema jî mêrik gerek firildaqekê bigerîne, çeqlebendekê li Yekîtiya Ewrûpayê çêke, dîsa çend qurişan jê bifirîne.

Di firdaqan da di ser efendî ra tuneye, gava cî lê teng dibe, şulût dibe, serê wî dikeve tengasiyê, di cî da dek û dolabekê li hev radigre, bi lîstikek nuh milet mijûl dike.

Heta nuha meydan ji Yekîtiya Ewrûpayê ra dixwend, Yekîtiya Ewrûpayê bêminet dikir.

Lê nuha rût bûye, ji birçîna niqika wî davêje, dixwaze dîsa çend milyar Euro ji Cahrles Michel bifirîne, pê dolaba xwe bigerîne.

Ev çend roj in Lîreyê Tirkiyê ser serî noqî jêr dibe, dolarê Amerîka 23 lîre jî derbas kiriye, lema dibê Yekîtiya Ewrûpayê here gazîya wî. 

Heger aqilê Cahrles Michel hebe ewê rû nedê, bira baş batil bibin.
Lê berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê ne tu mêr in, ez bawer dikim ewê dîsa pê ra bibin pêbar, çend milyaran têxin bêrîkê, wî bi firêqetiyê xin.

XXX

Welatê koçberan qebûl neke Yekîtiya Ewrûpayê ewê serê her koçber 20 hezar Dolarê Amerîkî bidê.

Erdogan kêf kir, êdî ewê euro bi ser mêrik da bibare. Ewê Yekîtiya Ewrûpayê baş bidoşe. Jê mêrik ra lê hat, ewê baş lê biçêre.

Dibêjin herî kêm li dora 7-8 milyon koçber li Tirkiyê ne. Ewê çend milyonên din jî lê zêde bikin.

Ewê him perê xwe bigrin, him jî di ber ra rojên çend botan bişînin ser Yûnanîstanê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE