11 juni 2023

Kurd li Lozanê 100 saliya Peymana Lozanê minaqaşe dikin

Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê û gelek pispor û akademîsyenên ji gelek welatan do li Siwîsrê li bajarê Lozanê di konferansa 100 saliya Peymana Lozanê da hatin ba hev û neheqiya perçebûna Kurdistanê minaqaşe kirin.

Konferans ji alî Enstîtuya Kurd a Parîsê ve hatiye organîzekirin.
Heta nuha kurdan ev mija pir îhmla kirin, bala dinyayê û Neteweyên Yekbûyî nekişandin ser vê neheqiya mezin li li miletê kurd hatiye kirin.

Lê ev çend sal in kurd êdî her sal Peymana Lozanê ya perçekirina Kurdistanê û bindestkirina kurdan bi rengekî cidî minaqaşe dikin.

Û bala dewletên Kurdistan perçekirine û bûne sebebên vê neheqiya li kurdan bûye dikşînin ser vê meselê, ji wan dewletan dixwazin dest bavêjin vê meselê û mafê kurdan yê dewleteke serbixwe nas bikin. Şaşiya kirine rast bikin.

Tiştê dezgehên kurd, hêzên kurd li ser Peymana Lozanê dikin pir baş e, hêviyekê dide meriv.

Gelek mafên me yên ji alî Tirkiyê va hatine xespkirin û me hay jê tunebû, kanin werin girtin.

Yanî aktîvbûna me ya di vî warî da pêşketine pir baş e, dibê em van xebatên xwe bi pêş da bibin.
Berê zana, akademîsyenên me tunebûn, pir kêm bûn, lê êdî kurdên alim, pisporên huqûqa navnetewî pir in, em kanin di her warî da doza azadiya xwe, serxwebûna welatê xwe bikin.

Dewleteke netewî mafê miletê kurd e jî, ev maf bi neheqî, bi bêbextî, bi darê zorê ji kurdan hatiye girtin, gerek ev heq bi paş da were dayin.
Fransa, Îngiltere, Amerîka berpirsiyarê perçebûna Kurdistanê ne. Dibê ev û Neteweyên Yekbûyî mafê miletê kurd bi paş da lê vegerînin.

Rewenda Kurd li Derve jî di 30-31ê gulanê da dîsa li Lozanê li ser Peymana Lozanê û perçebûna Kurdistanê konferansek bi vî rengî çêkir.

Beşdarên wê konferansê jî bal kişandin ser neheqiya li kurdan hatiye kirin û ji Neteweyên Yekbûyî ra daxwaznameyek şandin, xwestin kurd jî bibin xwedî dewleteke netewî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE