11 juni 2023

Dibê meriv ji karê xwe hez bike û bi dil bike

Meriv karek kir dibê jê hez bike, kêfa meriv jê ra were.

Tiştê ez her roj dinivîsim her kes jê hez nake. Ev jî normal e. Ez xwe aciz nakim. Bûk bi dilê zavê ye.

Xelk û alim çi dibêje, çi kêmasî û qusûrê li nivîsên min dibînin bi kêfa xwe ne.

Go keno bi xwedîya xweşo. Dibê meriv ji karê xwe hez bike, bi dil bike. Karê min bi min xweş e, lema jî ez her sibe radibim çend rêzan dinivîsîm.

Fikrek, îdealek, felsefeyek ancax dema derbasî kaxetê bibe xurt dibe, belav dibe, mayinde dibe.

Meriv dimre, ji bîr dike, qelem namire, ji bîr nake. Meriv çi binivîse baş e, ji destê mirinê xelas dike.

XXX

Bi qasî ez ji dûr va nas dikim xwediyên weşanxaneyên me ne kesên dewletî ne, ne milyarder in. Halê xwe dikin hal, belkî carnan jî dikevin binê deyn û dû û salê çend kitêban çap dikin. Kitêbên di salekê da, du salan da, sê salan da diqedin pir hindik in.

Yanî kitêbên çap dibin sal bi sal di emberan da dikevin ser hev.

Xwendevan, hezkiriyên zimên û edebîyatê li gorî îmkan û derfetên xwe, salê bi kirîna çend kitêban kanin destegê bidin weşanxaneyan.

Kesên nikanin bixwînin kanin bikirin û diyarî hevalên xwe, nas û dostên xwe bikin.

Mexsed çerxa weşanxaneyan bigere, kanibin debara xwe bikin û bêtir kitêban çap bikin. Ev yek ewê bazara kurdî jî geş bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE