11 juni 2023

48 saliya avabûna YNKê pîroz be !

Ez û Aso Germîyanî


Hevalên Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê(YNKê) îro li Stockholmê 48 saliya avabûna YNKê pîroz kirin. Ez jî yek ji mîvanên pîrozbahiyê bûm.

Ji her çer perçeyên Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî beşdarî pîrozbahiyê bûn û 48 sala YNKê pîroz kirin.

Ji avakarên YNKê kekê hêja Omer Şêxmûs jî beşdarî pîrozbahiyê bû û li ser avabûna YNKê, destpêkirina şoreşê, zahmetiyên wê demê axaftinek kir.
Sipas ji bo Mam Celal û hevalên wî ji bo ku YNK ava kirin û bi salan ji bo azadiya miletê kurd û serxwebûnê Kurdistanê xebateke bêhempa, canfîdayî kirin.

YNKê di riya serxwebûna Kurdistanê da bi sedan şehîd dane. Lê xwîna wan şehîdan bi avê da neçûye.

Hebûna Kurdistana Federe bi saya xebat, fedekarî û xwîna kesên di vê riyê da şehîd ketine.
Ez wan şehîdan yek bi yek bi hurmet bibîr tînim.
48 saliya YNKê pîroz be.
Di şevê da ez rastî hevalekî xwe yê pir ezîz, Aso Germîyanî hatim. Belkî 20 sal in me hevdu nedîtiye. 

Bi vê rastihatinê em herdu jî pir dilxweş bûn. Me hevdu himêz kir, me numra telefonên xwe da hev.
Me soz da hev, me got dibê em rojekê hevdi bibînin û rojên borî yad bikin.
Me hev ra rismek jî girt.
Aso Germîyanî dostekî min, hevalekî min ê destpêka salê 1980î ye. Di salên 1980-90î da em di Federasyonên da bi hev ra xebitîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE