14 juni 2023

Qîmeta siheta xwe bizanibin

Di jiyanê da hetanî ji destê meriv neçin, meriv qedir û qîmeta du tiştan nizane, ew herdu tiştî jî sihet û xortanî ye.

Heta meriv nexweş nekeve, meriv qîmeta siheta xwe nizane. Meriv nizane sihet ji her tiştî muhîmtir e.

Siheta meriv ne li cî be, meriv alimî cîhan, Rustemê Zal be jî nikane tu tiştî bike.

Heta meriv kal û kokim nebe, meriv qîmeta xortaniya xwe nizane. Piştî xortaniyê xatir xwest û çû, meriv bi hesret û dilbijokî tîne bîra xwe.

Însan wek çirayekê ye, bi pifekê vedimire, her tişt dibe xewnek.
Siheta meriv ne li cî be meriv nikane micadelê jî bike, nikane bixwîne, nikane binivîsîne, dikeve ber destan.

Sebebê nivîsîna van rêzan ez nabêjim, ne hewce ye, şikir derbas bû, lê qîmeta siheta xwe û xortaniya xwe bizanibin.

Di 70 saliya xwe da bi çavên xortan li xwe nenêrin, li xwarin û vexwarina xwe miqate bin, her xwarinê nexun. 

Bedena merivên kal wek a xortan ne saxlem e, pir şixulî ye, kevn bûye, zeîf bûye, kane zû xera bibe. 

Dema xera bibe jî tahmîra wê kane zor be.

Dibê meriv li xwe miqate be, dîqet, nişmîtî baş e, rê li ber gelşên ne xweş digre.

-Siheta te ne li cî be, hingiv jî dibe jahrî
- A.Schopenhauer

-Siheteke li cî ji dewlemendiyê bi qîmettir e.
Sigmund Freud

-Pereyên dinyayê hemû siheta te bi paş da nayne.
-Bi xwarin û vexwarina zêde zorê nedin dilê xwe.
-Xwarina zêde heyvanê nexweşiyê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE