13 juni 2023

Dibêjin kurdî halê xwe wer dî

Pêşiyên me gotine kurdî halê xwe wer dî. Yanî jiyana xwe tim di nav halekî perîşan da diborîne.

Umrê min di bin bindestiyê da, di nav qahr û qotikê da derbas bû.

Halê bavê min ji yê min jî xerabir bû, wî jî ji jiyana xwe tu xêr nedît. Li dijî dagirkeriyê li gorî zanîna xwe micadele kir, ket zindanan, derket, lê têrê nekir. Azadiya welatê xwe nedît, di bindestiyê da wefat kir.

Halê kalikê min ji yê bavê min pir û xerabtir bû. Wî jî çavên xwe di bindestiyê da vekir û di bindestiyê da wefat kir.

Feqîro ji Dewleta Osmanî ra bi salan eskerî kir, dawiya dawî birîndar, nexweş hat mal û mir. Komek sêwî di hustiyê pîrika min a reben da hîşt.

Yanî ne kalikê min, ne bavê min, ne jî min rehetî, kêfxweşî nedît, jiyana me di nav perîşaniya bindestiyê da derbas bû. Me çiqasî li ber xwe da jî têrê nekir, dijmin tim zora me bir. 

Piştî her serîhildanê ew xurttir bûn, em zeîftir bûn. Sal bi sal em bêtir heliyan, bûn tirk.

Heger wiha here, heger serokên me xwediyê vî aqilî û vê siyaseta malwêran bin aqûbeta zarokên me jî wek ya me ye, ewê jî di bindestiya tirkan da bimrin. Kurdî halê xwe wer dî...

XXX

Pisikê ji mişk ra got:

-Ji vê qulikê derkeve here vê qulika hember ezê heft çewal bulxur bidim te.

-Mişkê jîr got:

-Ev riya nêzik, ev bertîla pir, ez nizanim piştî min kî yê bixwe.

Bi rişwet û bertîlên neyar nexapin, neyarên me, hevalên neyaran ji bo xêrê çêyiyek herî biçûk jî bi me nakin.

Tiştê ew dibêjin, ew pêşniyar dikin bertîla pisikê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE