14 juni 2023

Erdogan baş bi serokên Swêd dilîze

Erdogan, dîktatorê xwediyê Tirkiyê careke din hêviya Swêd a endametiya NATOyê qurmiçandiye, gotiye heta Swêd bihêle li kuçe û kolanên wê ”terorîst” (yanî kurd) meş û protestoyan bikin, em nikanin endametiya Swêd a NATOyê qebûl bikin.

Mêrik dîktator e, çete ye lê siyasetmedarekî pir zîrek e, zane serokên Swêd û NATOyê ne tu zilam in, rebenok in, lema bi wan dilîze, henekê xwe bi wan dike.
Lê dibê meriv van gotinên wî pir cidî nebîne, sibe kane eksê wê bike. Bi vê gevê dixwaze meblaxê bertîla xwe zêde bike, hinek perê din ji Swêd dixwaze. Hincetên siyasî demagojî û propagendya ji bo hundur e.

Di tarîxa Swêd da tu carî kesên hewqasî xeşîm, pîs, rebenok nebûne serokwezîr û wezîrê karên derve yên Swêd.

Erdogan pisik e, ew jî mişk in, mêrik ji xwe ra bi wan dilîze, pê kêfa xwe tîne.
Lê vê hukûmeta Swêd her babet biçûkxistin, heqaret, rencîdekirin heq kiriye. Ji bo ku bibin endanê NATO kurdan difroşin Tirkiyê, bazara firotina kurdan bi Erdogan ra dikin.

Ne hukûmet tenê, polîsê Swêd, îstîxbarata Swêd, edaleta Swêd, çend rojnamevanên çep ne tê da, medyaya Swêd jî teslîmî Erdogan bûne, gişan qela xwe kirine yek, bi hev ra dixwazin kurdan bifetisînin.

Swêd, edaleta Swêd, medyaya Swêd ruhê xwe, şerefa xwe, demokrasîya xwe firotine dîktatorekî rêbir, zorba.

Nuha ji bo kurdan di praktîkê da tu ferqeke Swêd ji Tirkiyê nemaye. Îstîxbarata Swêd, hukûmeta Swêd rojane li ser kurdan agahiyê dide Tirkiyê.

Îro li Anqerê civîna wan hebû. Serokê heyeta Swêd Oscar Stenstrom dosya PKKê(hûn viya wek dosya kurdan fêm bikin)di bin çeng da, got tiştê me li dijî PKKê kiriye emê pêşkêş bikin.

Welatekî wek Swêd çawa kane hewqasî teslîmî dîktatorekî bibe, hewqasî xwe pês bike meriv fêm nake.

Ji ber ku kurd bêpişt û bêkes in çavê wan kurdan dibirre, amadene her zulmê, her bêbextiyê li kurdan bikin. Bêyî kurdan kesî teslîmî welatê wan nakin, lê kurdên bi salan ceza li ser hene jî teslîm kirin.

 Dixwazin bi vê riyê Erdogan memnûn û razî bikin lê Erdogan razî nabe, ew çi bikin ewê hinekî din bixwaze. Çimî mêrik dibîne vana ne tu mêr in, mişk in, lema jî him ji wan dixwe, him jî bi wan dilîze, dibêje hinekî din…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE