15 juni 2023

Dibê meriv bi çend gotinên xweş nexape

Tirk di warê siyasî û îdeolojîk da çiqasî li dijî hev bin jî ji bona me şerê hev nakin, hev naxun.

Di teşbîhê da xeta tune, kûçik pê li dêla kûçik nake, kûçik goştê kûçik naxwe.
Dibê meriv nexape, şerê wan şerê dê û dotê ye, dê û dot ji bo me nabin dijminê hev.
Çimkî hemû zanin xurtbûna kurdan li zirara wan e, yek partiya tirk jî naxwaze kurd azad bibin, Kurdistan çêbibe. Hevaltiya wan a m e ra, dostiya wan hetanî derekê ye; dibê kurd nebin xwedî dewlet.

Dixwazin kurd tim bindest bin, tim zulm li wan were kirin û ji wan hinek jî gunehê xwe bi wan bîne, xwedêgiravî alîkariya wan bike, bibêjin kurd guneh in hewqas zulmê li wan nekin.

Lê ne rast û çepên tirk tenê, yên erb û faris jî naxwazin Kurdistan çê bibe, em kurd jî bibin xwedî dewleteke netewî. Kanin mecbûr bibin hin mafan bidin me, lê herçî azadî û serxwebûne ji ereb, faris û tirkan yek hêz jî piştgiriya vê daxwaza me nake

Di nav tirkan da dostên hebin baş e, li kara me ye. Lê dibê em bizanibin dostiya wan, hevaltiya wan ji bo çi ye, heta ku ye.

XXX

Di medyaya sosyal da meriv rastî gelek neheqiyên li hin kesan dibe tê. Meriv dibîne tiştê ne rast dibêjin, neheqiyê li yekî dikin. Meriv dixwaze bibêje tiştê hûn dibêjin ne rast e, camêr wiha negot, wiha got.

Lê neheqiyên wiha pir dibin, merivê xwe tevî kîjanî bike, tevî kîjanî neke!

Ji bêçaretî meriv dengê xwe nake, li hemberî neheqiyê bêdeng dimîne.

Çawa ku meriv nikane qûna dinyayê rast bike, meriv nikane bersîva her gotina şaş jî bide, meriv nikane bibe wekîl û mêzîna rastiyê, heqiyê.

Hin kes neheqiyê li Mucahît Bîllîcî xoce dikin, wî wek Tirkiyeparêz nîşan didin. Mucahît Bîllîcî xoce merivekî baş e, kurdperwer e, zana ye, dibêje serxwebûn heqê kurda ye.

Heger kurd kêmî serxwebûnê bixwazin bêşexsîyetî ye, dibê kurd serxwebûnê bixwazin, ev heqê wan e.

Xwezî di nav me da kesên wek Mucahît Bîllîcî zêde bûna.
Lê mimkûn e carnan tiştên şaş bibêje, hin gotinên wî ne li gorî dilê meriv be, ev jî dibê nebe sebebê meriv camêr reş bike, têxe binê erdê.

Ne rast e, neheqî ye meriv gotineke wî ji hevpeyvîna wî ya saetekê dirêj bigire, wê gotinê tenê rexne bike.

Mucahît Bîllîcî kurdekî baş e, bi şexsîyet e, zana û bi kultur e û azadî û serxwebûna miletê xwe diparêze.

Gotineke wî ya ”şaş”, ne di cî da vê rastiyê naguhere. Heyfe, dibê meriv qedrê merivên wek Mucahît Billîcî bigire.

Xwezî her kesî tiştê xwend, tiştê gudarî kir baş fêm bikira, baş rakira û daniya, dûra rexne bikira...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE