15 juni 2023

Me îro biryarek xêrê girt

Îro em çend hevalên DDKDê(Komeleya Kulturî ya Şoreşgerên Demokrat)li Stockholmê hatin ba hev, me hinekî sohbet kir. Me biryareke xêrê girt, hêvî dikim em bigihîjin armanca xwe.

Me biryar da em li ser DDKDê fîlmekî dokumenter û arşîvekê çêkin.

Ji bo vê armancê her tiştê li ser DDKDê  em kanibin bi dest xînin emê top bikin, arşîv bikin.

Emê belgeyên, vîdeoyên mitîngên DDKDê yên me bi dest xistine li ba hin hevalan top bikin û di dawiyê da hewil bidin fîlmekî dokumenter çêbikin. Belkî meriv wan belgeyan wek kitêbekê jî çap bike.

Yanî em dixwazin DDKDê, xebatên wê, şûbeyên wê, kadir, serok û birêvebirên wê bi nifşên nuh bidin nasîn û arşîveke DDKdê çêbikin.

DDKDê, vê komeleya xortan di 3 salên jiyana xwe da(1977-1980) gelek xebatên hêja kirin, bi dehhezaran keç û lawên kurd organîze kirin, fikir û şiûreke netewî da wan, ew kirin kadir û siyasetmedarên tevgera kurd a netewî.

Em dixwazin vê komelaya di jiyana xwe xebatên pir hêja kirin ji bîrbûnê xelas bikin, li ser tarîxa wê, xebatên wê, avakarên wê arşîvekê ji tarîxê ra, ji nifşên li pey me ra bihêlin.

Nêta me, hedefa me ev e, hêvîd dikim em bikanibin vî karê muhîm bibin serî.
Lê karekî ne rehet e, jê ra zanîn, wext û belge lazim in.
Di rojên pêş da emê li ser vê meselê beyanekê belav bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE