16 juni 2023

Her milet serokê li gorî xwe hildibijêre

Ji roja tirk bûne xwedî dewlet ne cîranên wan rehet kirine, ne jî Ewrûpayê.

Teşxele, nerindî, tevlihevî, şerê bi cîranan ra, bi Ewrûpayê ra, bi kurdan ra tim bûye rûtîneke jiyanê û felsefeya Tirkiyê.

Tirkan tu carî rehet nekirine û rehetî nedane xelkê, tim bela xwe di hinekan dane. Ev yek bûye şiklê jiyana wan.
Ji roja Tirkiye ava bûye wer di nav xirecirê û teşxelê dane, tu carî ruyê îstîkrarê, rehetiyê nedîne. Helbet rehetî nedane me jî.

Nuha jî Erdogan kirine serokê xwe, ew bêtir berîşan kirine. Lê kûsî emelê wî pir baş bûye Xwedê nedikir wî qalikî.

Heger tirk ne layiqî vî halê perîşan bûna Erdogan nedikirin serokê xwe. Xwedê li gorî çiyê berfê lê dibarîne.

Lê em ji wan xerabtir in, ne baştir in, dibê em vê rastiyê qebûl bikin. Serokên me jî li gorî me ne, em yên wer dixwazin, lema jî keda me tim dibe keda bersîs û bi avê da dihere.

Qey her tişt wext û zemanekî wî heye, him milet dereng bi xwe dihesin, xeraban dereng nas  dikin. Emê jî rojekê berra van serokên korfahm, ne netewî, çavbirçî bidin û yên layiq bikin rêberên xwe, lê ewê wextê bigire.
Lê wer xuya dike serokên me yên başûr êdî hatine dawiya rê, Amerîkayê gotina dawî ji wan ra gotiye; ya hûnê pêşmergeyên xwe, aboriya xwe, îstîxbarata xwe bikin yek, têxin bin emrê hukûmeta Kurdistanê, ya jî emê bibêjin bi xatirê we.

Amerîka ji zûda ye viya dibêje lê mêrikan dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî bernadin.
Lema ez ne xweşbîn im, ez ditirsim li hev nekin û ev îmkana tarîxî jî ji dest wan here.
Ev 30 sal in Kurdistan talan kirin, her yek bûye milyarder û milet jî perîşan e, kurd direvin derve, di riyan da, di bahran da dimrin. Kurdistan vala dibe.
Hêvî dikim vê carê li hev bikin.

XXX
Do li navçeya Diyarbekrê li Bismil, li gundê Şidada ji ber nakokiya li ser perçak erd di nabêna du malbatan da şer derketiye, 9 kes hatine kuştin, 3 kes jî birîndar in.

Meriv lal dibe, ji bo perçak erd çawa meriv 8 kesan ji hev dikuje, wahşeteke aqilê meriv nagire.

Nizanim çi bibêjim, pir xemgîn bûm.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE