16 juni 2023

Îro mîvaneka me ya xerîb hebû

Bîstek berê mîvaneka me ya em ne li bende bûn li hewşa me bû. Xanimê bi dengekî hêdî, got zû, telefona xwe bîne û were, xezalek li hewşa me mexel hatiye.

Min derî hêdîka vekir, eniyame ket hev, li qoziya hewşê mexel hatibû, kayika xwe dikir, westa xwe digirt. Min berê kamareyê pêda kir. Ez dîm, hêdîka hêzî ser xwe kir, bêyî ku xwe bitertilîne, ya jî baz bide, da rê û ji hewşê derket.

Fena ku zanîbû ez zirarekê nadimê, nelezand, hêdî, hêdî bi riya xwe da çû.

Kulîlkên jê hez dikir û tûfiringiyên me(çîlek) giş rût kirine, hebek jî ji me ra nehîştiye.



Qey piştî zikê xwe têr kir, şîraniya xwe jî bi ser da xwar û dû ra jî mexel hat.
Lê min rehetiya wê xera kir, ez bûm sebebê îstirehata wê xera bikim.

Her sal li me wa dike. Dema kulîlk dikevin kulîlkan tê lê diçirê, zikê xwe têr dike û diçe.

Her sal em ji wê û karxezalên wê ra diçînin. Çend roj berê ew û du karên xwe bûn. Lê vê carê qey karik danîbû efendiyê xwe, ew bi tenê bû. Belkî yên din jî çûbûn hewşke din.

Hewş pir in, giş jî berdayî ne, tên bi kêfa dilê xwe lê diçêrin û diherin.

Êdî naçin daristanê, hogirî van deran bûn, çimkî zanin kes zirarê nade wan. Lema wek her hewş mala wan be lê diçêrin.

XXX
Ez û xanim di bin terasê da rûniştine, Stockhlom îro jî dikele. Di vê kelekela nava rojê da xebat nabe. Derba gudarîkirina li muzîkê ye.

Min qahwe daye ser, ji telefona xwe, di KurdFmê da em li muzîka kurdî gudarî dikin.

Di siyê da, li ber bayekî honik, qahwa tahl û muzîka kurdî, ne xerab e, xweş wext xweş derbas dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE