17 juni 2023

Wer xuya dike dawiya xapandinê hatiye

Berpirsiyarê Wezareta Pêşmerge yê berê Cebar Yawer ji Dengê Amerîkayê ra gotiye:

“Heger em hêzên Pêşmerge nekin yek, Hevpeymanên me mîna li Efganistanê kirin ewê dest ji me berdin. Gelek caran wan hişyarî daye me, gotine heger em hêzên xwe nekin yek, ewê alîkarîya me nekin, sîlehan nedin me û pêşmergeyan perwerde nekin.”

Amerîka û Hêzên Hevpeyman ev du sê sal in vê yekê ji serokên PDKê û YNKê ra dibêjin.

Lê serokên PDKê û YNKê serî li wan digerînin, bi demagojiya a îro, a sibe, wan dixapînin.

Di vê meselê da PDK YNKê sûcdar dike, YNK jî PDKê sûcdar dike. Kîjan rast dibêje, kîjan rast nabêje em baş nizanin.

Lê tiştê xuya ye herdu serî jî naxwazin pêşmergeyên xwe, îstîxbaratên xwe, pûlisên xwe, hêzên xwe yên asayişê, aboriya xwe, meclîsên xwe, yanî hukûmetên xwe yên şexsî, malbatî ji dest xwe berdin, bikin yek. 

Ji bo wê jî her cerê tiştekî dikin hincet, serî li Amerîkayê digerînin.

Bêguman di vî warî da yek ji yekî hinekî neheqtir e, ev rast e. Ew jî aliyê xurt e, yê hukûmet e, yê xwedî îmkan û berjewwendiyên zêde ye, naxwaze berjewendiyan û kursiyên bi zor bi dest xistine ji dest xwe berdin. 

Lema hilbjartinan çê nakin, bi derengî dixînin.

Lê netîce herdu serî jî sûcdarên vê rewşê ne, yê xurt jî, yê zeîf jî naxwaze dest ji kursiyên xwe û ji berjewendiyên xwe berdin. 

Heger bixwestana nuha ewê du hukûmet, du îstîxbarat, du hêzên pêşmerge, du hêzên pûlis, du aborî tunebûna. 

Her yekî ji xwe ra, ji malbata xwe ra hukûmetek çêkiriye û li serweta miletê kurd diçêrin.

Mane vê yekê jî çi demagojiyê dikin bira bikin, naxwazin Kurdistan çê bibe, çimkî bingehên wê danînin, hêzên xwe, hukûmetên, pêşmergeyên xwe, pûlisên xwe nakin yek, nakin bin emrê hukûmeta Kurdistanê. 

Hêzek girêdayî YNKê ye, yek jî girêdayî PDKê ye.

Partiyên siyasî çawa dibin xwedî pêşmerge û hêzên çekdar?
Ez hêvî dikim Amerîka, Hêzên Hevpeyman vê carê cidî bin, mudetê dirêj nekin. 

Heger hêzên xwe nekirin yek dibê hemû alîkariyan ji ser wan bibirin, ew û Îraq çi dikin bira bikin.

XXX

Heval û dostên hin serokan, hin partiyan di demagojiyê da pir hoste ne, ji dêlî kêmasî, şaşî, xerabiyên serokê xwe, partiya xwe bibêjin, şaşiyên mixalifên xwe, yên kesên din li dû hev rêz dikin.

Bira, tu dev ji wan berde, ew tên zanîn, tu şaşiyên serokê xwe îzah bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE