23 april 2023

Tu çi bikî jî tu nikanî dêla kûçik rast bikî

Bîstek berê li taxa me min ji ser mêwefiroşê me pakêtek mişmişên(eşbabiyên) Meletyê, marka Midyadê kirî. 
Qatê ser pakêtê mişmişên mezin, mohr û xweşik bûn, çer çavê min pê ket dilê min bijiyayê, min kirî.
400 xiram bi 50 kronî bû. Ne buha bû. Ez ji mişmişên/eşbabiyên Meletyê hez dikim. Li welêt me eşbabî û mewîjên bêdendik dikir xoşab. 
Her eydiyê xoşab miheqeq çêdibû.

Li mal min pakêt vekir, min bala xwe dayê qatê ser tenê mişmişên mezin û nerm bûne, yên binî gişk biçûk û hişkolekî bûn. Belkî yên kevn in.

Yanî hîle, sextekarî bûye wek kultur û dînê Tirkiyê, tu malekî wan ne saxlem e û pak e, di her malê wan da hîlê û sextekarî heye. 

Kultur û felsefeya wan a tîcaretê hîle û xapandin e. Di her malî da, di her xurekê da hîleyekê dikin.

Hîle û sextekariyên wiha ji bo welatekî rûreşîyeke mezin e. Lê ne xema wan e.
Di teşbîhê da xeta tune, tu çi bikî jî tu nikanî dêla kûçik rast bikî; tu çi bikî jî tirk dev ji vî pîşikên xwe yê xerab bernadin.
Li Swêd gava dibêjin malê Tirkiyê dîrekt sextekarî tê bîra meriv. Malê Tirkiyê tim malê erzan e, kesên xizan malê Tirkiyê dikirin.

Lê hin tiştî hene li bazarê tenê yên wan in. Wek êmîş. Heger ez ne mecbûr bim, ez tu carî malê Tirkiyê nakirim. Malekî din duqata ji malê tirkan bihatir be jî em yê biha dikirin.

XXX

Li qeza Antalya Alanyayê gurûbek tirk riya otoboza Batmanê birrîne, heqaret li rêwiyan kirine, bi qundaxa dabançê serê şufêrê otobozê şikandine.

Şufêrê otobozê dibêje bi du erebe û çar motorpisqilêtan berra dû me dan, riya me birrîn û êrîşî me kirin. Ji ber ku em kurd in gotinên nîjadperest ji me ra gotin, bi qundaxa dabançê serê min şikandin.

Li Tirkiyê neyartiya kurdan, lînckirina kurdan bûye adet, gava tirk kanibin bi kurdan, lêdixin, lînc dikin û ji wan ra dimîne. 

Ne dewlet tiştekî bi êrîşkaran dike, ne jî kurd kanin heyfa xwe bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE