23 april 2023

Bi sebrê em bûn kevirê sebrê

Pêşiyên me gotine xwedêgiravî dinya bi dor e, dawiya sebrê selametî ye. Xwediyê sebrê Mîrê Misrê.

Me ev tirş giş dubare û sêbare kirin, lê dîsa jî ne xêr bi serê me ket, ne jî dor hat me.

Hetanî nuha qet dor nehatiye me kurdan. Dusedsal in em sebir dikin, bi sebrê em bûn kevirê sebrê, lê ne dor hat me, ne jî me tu xêr û selametî dît.
Em dikin nakin, nikanin benê bindestiyê ji hustuyê xwe, qeyd û merbendên wê ji nigên xwe derxin.

Qey dora hinekan zû tê, ya hinekan jî dereng tê.

Qey em dereng mane, ketine dora dawîyê, lema hetanî nuha dora azadîyê û serxwebûnê nehatiye me.

Lê em ji dorê dernakevin û sebra me jî naqede, gerek Kurdistaneka serbixwe çêbibe.

XXX

Hin dem û şert hene şexsîyeta însanan a rastîn derdixîne ortê. Di hilbijartina Tirkiyê ya 14ê gulanê da jî şexsîyeta gelek kesan baştir, zelaltir derket ortê.

Kî ji bo wekîliyeke Tirkiyê kane bibe hevalê kîjan neyarê miletê xwe, kî kane çi teqlebaziyê û fêlbaziyê bike, kî kane têkeve çi boyaxê, çi şelafiyan bike xuya baştir kir.

Menfaet wek kevirê mîhengê ye, eyarê însên dîyar dike…

XXX

Em kurd di halekî pir û pir xerab da ne.

Heger li ber sêpiyê mafê min î xwestina daxwazekê tenê hebûya, minê ne azadiya xwe, azadiya miletê xwe û serxwebûna Kurdistanê bixwesta.

Ji bo min serxwebûna Kurdistanê ji xelasiya min muhîmtir e. Bira Kurdistan çêbe, bira min bi darê sêpiyê va li ba kin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE