24 april 2023

Ev dinya xan e

Di wext û zemanekî berê da aqilmendekî pir bi nav û deng hebûye. Rojekê çûye ber deriyê mîrê wî welatî, xwestiye here huzûra mîr.

Ji ber ku yekî bi nav û deng bûye, nobetdarên ber deriyê mîr ew nas kirine, ew nesikinandine.
Kalê aqilmend çûye oda mîr. Mîr çer ew dîtiye tavilê ew nas kiriye, bi hurmet ji ber rabûye, gotiye:
-Fermo, bibêje tu ji min çi dixwazî?

Kalê aqilmend gotiye:
-Ez li vê xanê ciyekî raketinê dixwazim. Dixwazim şevekê lê vê xanê bimînim.
Mîr matmayî ma, bi mirûztahlî gotiye:
-Vira ne xan e. Vira qesra min e.
Kalo bi dengekî sakîn gotiye:
-Berî te kî li vê qesrê dima?
Mîr gotiye:
-Bavê min. Ew mir, nuha ez tê da me.
-Berî wî kî tê da dijiya?
-Kalikê min. Ew jî mir. Nuha qesir a min e. Ez tê da dijîm.
-Wê demê ev der ciyekî însan demekê lê dimînin, dûra diherin. Dûra hinekên din tên lê dimînin. Ew jî demekê dimînin û diherin. Dûra dîsa hinekên din tên. Wê demê çima ezê jê ra nebêjim xan ?
Ev dinya jî, qesra te jî xan e, hinek tên, hinek diherin. 
Ji bîr meke, ev dinya xan e, her tiştê di hundur wê da dibe jî îmtîhan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE