24 april 2023

Dibê kurd serpêhatiya vî xweşmêrî baştir fêr bibin

Kêla gorra Kamil Bedirxan

Li ser kêla(kevirê gorra) Kamil Bedirxan beg. Kevirê gorra wî heye, lê rismekî wî di destê me da tune ye. Li ser xebatên wî yên li Gurcistanê, li Sovyeyê jî tiştekî zêde nayê zanîn.

Di arşîvên rûsan da miheqeq ewê him li ser wî, him jî rismê wî hebe.

Belkî di hin rojnameyên wê demê da jî rismên wî hebin.

Dibê meriv li rojnameyên roja wefata wî binêre. Tu ya jî yekî bi rûsî zane kane vî karî bike. 

Ev yek him ji bo tarîxa me, him jî ji bo xebatên Kamil Bedirxan wezîfeyeke me ya netewî ye, dibê em bikin.

Hêvî dikim kurdekî/kurdeka wefadar, qedirşînas dest bavêje vê meselê û nivîs û belgeyên li ser Yusuf Kamil Bedirxan ji refikên tarî derxîne ronahiyê.


Ji arşîva Mahmûd Lewendî min ev risim bi dest xist. Lewendî di telewîzyona Kurd1ê da bi Sînemxan xanimê ra hevpeyvînekê dike, Sînemxan navên kesên di risim da yek bi yek dibêje.
Yusuf Kamil Bedixan Bedirxan (1872-1934)piştî ji mecbûrî çûye Sovyetê, piraniya jiyana xwe li paytexta Gurcîstanê li Tiblîsê derbas kiriye. 

Li Gurcistanê di nav kurdan da xebetên pir hêja kirine. Di sala 1929a da li Tiblîsê Dibistana Kurdî vekiriye û wî bi xwe jî li wê dibistanê mamostetiya kurdî kiriye. Di sala 1934a da li Tiblîsê wefat kiriye. 

XXX

Rojekê yekî ji fîlozofê mezin Thales pirsîye:

-Bi ya te li dinyayê tiştê daimî çi ye?

Fîlozofê mezin gotiye:

-Hêvî ye. Zîra ya herî dawî terkema me dike ew e.

-Baş e, wê demê tiştê herî rehet çi ye?

Thales gotiye:

-Nesîheta li kesên din e.

Van rojan yên aqil belav dikin, yên nesîhatê li xelkê dikin pir in. Çimkî nesîhet him belaş e, him jî rehet e.

Lê helbet her nesîhet ne xerab e, carnan nesîhetên baş jî hene. Problem jihevgerandina wan e, carnan meriv nikane nesîhetên baş û xerab, yên bi fêde û bêfêde ji hev bigerîne.

XXX

Bihara me, kêfa me pir kin ajot, bû umrê pinpinîkê. Pêr 19-20 derece, do 17-18 derece germ bû, îro baran e û sar e. Dinya ewr e, 4 derece di ser sifirê ra ye. Dibê meriv dîsa kincê xwe yê zivistanê li xwe ke.

Do, pêr milet kêf kir, xelkê dest bi biraştina goşt kir.

Lê kêfa me zêde najot, tenê du roj bû. Heta dawiya heftê jî ewê wiha be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE