25 april 2023

Dewleta ketiye destê çeteyan

Ev çendake di medyaya sosyal da vîdeoyên yekî diyarbekrî bi navê Muhammed Yakut belav dibin.

Min li vîdeoyên wî temaşe nekiribû. Dawiya dawî min jî meraq kir û çend deqîqeyan li vîdeoyeke wî û li vîdeoyek rojnamevanekî qala naverokên vîdeoyên Muhammed Yakut dike temaşe kir.

Muhammed Yakut yekî ji cîhana mafyayê ye,  wek Sedat Peker ew jî hin têkiliyên merivên AKPê, hukûmetê û mafyayê îfşa dike.

Muhammed Yakut jî dibêje dewlet hema hema ketiye destê mafyayê. Lê giliyê mafyayê bi serokê mafyayê dike, dibêje reîsê herî mezin hatiye xapandin.

Tiştê min fêm kir Muhammed Yakut çend vîde belav kirine, min li hemûyan temaşe nekiriye. 

Lê ez texmîn dikim çi dibêje, qala çi dike. Tiştên Sedat Pekerê mafya, çeteyê dewletê gotibû Muhammed Yakut jî teyid dike, hin tiştên nuh li wan zêde dike. 

Yanî dibêje dewlet bûye mafya.

Tirkiye ji berê û ber da ne dewleteke normal e, sicîlê Tirkiyê ji berê da xerab e.


Lê desthilata îslamiyan dewlet bi tevayî kir dewleteke çete û mafya. Vîdeoyên Sedat Peker û yên Muhammed Yakut îspata vê rastiyê ye. Îslamiyên tirk û kurd ji kemalîstan pir û pir xerabtir, çetetir derketin.

Ji meclîsê, siyasetê, partiyan, belediyan, emnîyetê bigire hetanî bi sîstema huqûqê, li Tirkiyê her der, her tişt ketiye bin îdare û kontrola mafyayê.

Muhammed Yakut jî yekî ji wan bûye, lê dûra lê hatine xezebê, pê ra bêbextî kirine, ew tasfîye kirine. Li ser vê, ew jî qeheriye û tiştên haya wî jê heye, zane îfşa dike.

Tiştê Muhammed Yakut dike baş e, milet pê dihesîne, çeteyan, qatilan, hêzê çetetiyê dikin îfşa dike. Kî çawa zengîn bûye, kî çete ye dide nasîn.

Lê di esasê xwe da tiştê Muhammed Yakut îfşa dike her kes zane, yanî ne tiştekî nayê zanîn.

Sîstem, rejîm, dewlet bi tevayî ketiye destê çeteyan, lema kes nikane tiştekî bi wan bike, çi dikin ji wan ra dimîne. 

Çimkî xwe bi xwe ne, di rejîmê da, di dewletê da dereke pak, saxlem nemaye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE