26 april 2023

Pilana û haziriya Erdogan roja 14ê gulanê bibêje min qezenc kir !

Erdogan dixwaze hetanî roja hilbijartinê bi operasyonên siyasî, bi tewqîfatên mezin îradeya kurdan bişkîne, kurdan ji ber xwe da bixîne û di tûra pêşî da bibêje min qezenc kir.

Bi axaftinên xwe, do bi êsîrgirtina 216 siyasetmedarên kurd îşareta vê pilana xwe dide.
Erdogan li Manîsayê silogana, şîara ”qeza nimêjê heye, qeza vê hilbijartinê tune ye” pir ecibandiye, gotiye, ”rast e, emê vê hilbihartinê ji qezayê ra nehêlin.”

Yanî ewê têkçûnê qebûl neke.

Texmîna min jî ew e, Erdogan bi hilbjartinê kursiya xwe nade kesî. Dibê bi zor jê were girtin.

Li her welatê hêzên îslamî hatibin ser hukim tu carî bi rehetî, bi hilbijartinê dev ji desthilatê bernedane.

Li her welatê bi zor, bi şer ji ser hukim da ketine.

Ez bawer nakim Tirkiye îstîsna be. Erdogan ji tu serokê îslamî ne demokrattir e.

XXX

Kesên bi hevkariya dijmin, bi bexşîş û bertîlên dijmin bibin xwedî kursî û meqam şerefê qezenc nakin, ji miletê xwe ra karekî baş nakin. Xwe bêşexsîyet dikin.

Qebûlkirina "ulûfe û culusên" dijmin ne şeref e, ne karê mêrê çê ye.

XXX

Terora xwe zêde dikin

Vê sibê li 21 bajaran dîsa girtine ser malên kurdan, 110 rojnamevan, abûqat û siyasetmedar girtine. Ev terora dewletê ye. Terorîzmeke ji viya mezintir tune ye. Ji bo ku kurd in, ne ji wan in, ne ji partiya wan in li ciyê rehetiyê digrin ser malên xelkê, însanan êsîr digrin, zindan dikin.

Her ku roja hilbijartinê nêz dibe terora xwe zêde dikin, dixwazin mixalifên xwe li der nehêlin, gişan êsîr bigrin û roja 14ê gulanê bibêjin me qezenc kir. Pilana Erdogan ev e.

Bimre terorîzma dewletê!

Bimre bindestî, bijî azadî û serxwebûn !

XXX

Heger qetlîma êrmeniyan ji tirkan ra nema, berpirsiyar, emirdar, celad giş bihatana girtin îro ewê em jî qetil nekirana.

Ji ber ku jenosîda êrmeniyan ji wan ra ma, kesî tiştek bi wan nekir, lema me jî hêdî hêdî qir dikin.

Lê em nizanin me qir dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE