26 april 2023

Rismekî tarîxî û rastkirina şaşiyeke mezin

Rismekî tarîxî û rastkirina şaşiyeke mezin.
Ev rismê(fotografê) hûn dibînin, rismekî tarîxî û pir meşhûr e. Rismê çend kesên ji malbata Bedirxaniyan e.

Kurdan gelek caran ev risim di rojname û kovarên xwe da, di kitêban da, di medyaya sosyal da belav kirine. Yanî rismekî her kurdî dîtiye.

Lê çi heyf di navê hin şexsan da şaşiyeke mezin hatiye kirin. Navên hin kesan şaş hatiye gotin. Osman Bedirxan wek Mîqdat Mîthet Bedirxan hatiye naskirin.

Kurdan, Osman Bedirxan wek Mîqdat Mîthet Bedirxanê xwediyê rojnameya Kurdistanê dane naskirin.

Di logoya rojnameya Kurdistanê da jî Osman Bedirxan wek xwediyê rojnameya Kurdistanê Mîqdat Mîthet Bedirxan bi kar anîne.

Yanî rismê hatanî nuha kurdan wek Mîqdat Mîthet Bedirxan zanîbûn û kirine logoya rojnameya Kurdistanê, ne Mîqdat Mîthet Bedirxan e, Osman Bedirxan e.

Mahmûd Lewendî sala 2010a, di telewîzyona Kurd1ê da bi keça Celadet Bedirxan, Sînemxanê ra hevpeyvînek çêkiriye. Di wê hevpeyvînê da Sînemxan navên kesên di risim da gişan rast dike.

Li ser pirsa Lewendî, ”ev risim pir kevn e, tu çawa wan nas dikî?”
Sînemxan dibêje di sala 1967a da li Parîsê apê wê Kamûran Alî Bedirxan jê ra gotiye.

Wê risim nîşanî wî daye û navên wan jê pirsîye. Wî jî navê wan yek bi yek jê ra gotiye, wê jî li ser risim navê wan nivîsîye.

Yanî bi xêra vê hevpeyvîna Mahmûd Lewendî bi Sînemxan xanimê ra şaşiyeke tarîxî û pir mezin rast dibe.

Mala herduyan jî ava be. Hêvî dikim kurd ji nuha û pê da vê şaşiyê dubare nekin, rismê Osman Bedirxan ji logoya rojanameya Kurdistanê rakin û rismê Mîqdat Mîthet Bedirxan bi kar bînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE