27 april 2023

Ya muhîm însan nebe dostê dijmin

Ji ber ku ez jî weke wan ne merivekî şelaf im, ne zilam û mirîdê partiyekê, serokekî me dijminên min pir in, gava fersendê dibînin wek dûpişk û mar bi min vedidin.

Xwedê kir ew kes ji min hez nakin, dijminatiya min dikin. Heger wan pesnê min bida, minê ji pakiya xwe şik bikira.

Jiyana min a bêleke wan pir nerehet dike, ji wan ra bûye derd. Meriv xwe pîs neke, bi namûs û şerefa xwe bijî, nebe heval û dostê dijmin bes e.

XXX

Mixalifên Erdogan bi şiklekî pir ji xwe bawer dibêjin di 14ê gulanê da emê tezkereya wî bidin destê wî, dûra jî hesbê sûcên kirine jê bipirsin.

Ma ez çi dixwazim, hêvî dikim texmîn rast be. Derdê qerêş ev here ser êş. Tiştê ez dixwazim jî ev e, aqûbeta wî xerab biqede.

XXX

Serokê Partiya Zaferê, neyarê miletê kurd, gurê devbixwîn Umît Ozdag çûye Şirnexê. Gelek kurd çûne pêrgî, pêşwaziyeke baş lê kirine. Hinekan destê wî maçî kirine.

Meriv matmayî dibîne, hin kurd çawa hewqasî namerd û xayin bûne meriv fêm nake.
Meriv çawa destê dijminê xwe maç dike, nemûs û xîret însên çawa tiştekî wiha qebûl dike, ez fêm nakim.
Lê diyar e hin însan ji namûsê şuştî ne, lema kanin bibin hevalên nayar.

Kurdek, heger ne neyarê qewmê xwe nabe hevalê Umit Ozdag û destê wî keftarê neyarê miletê kurd maçî nake. Lê hin kes bûne segên neyarên xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE