27 april 2023

Ji min ra navê hevalê xwe bibêje, ez ji te ra bibêjim tu kî yî!

Şexsîyeteke pak, şeref ji umrekî dirêj, ji mal û milkê dinyayê, ji kursî meqaman gelekî muhîmtir e.

Ya muhîm ne ku meriv çend sal umir dike, çiqasî dijî. Ya muhîm meriv çawa dijî û çi dike?

Meriv çawa dijî, çi dike, bi kê ra dost û heval e, bi kê ra dijmin e û yar e ji umrekî dirêj û ji serweteke pir, ji kursî û meqamekî bilind gelkî muhîmtir e.

Dinya êdî pir biçûk bûye, kî hevaltiya kê dike, kî dostê kê ye her kes dibîne.
Seydayê Mewlane gotiye, "Ji min ra navê hevalê xwe bibêje, ez ji te ra bibêjim tu kî yî!"
Yanî tu dostên te kî ne, tu bi kê ra hevaltiyê dikî gelkî girîng e, hevalên te, dostên te şexsîyeta te nîşan dide. Merivê baş bi merivê xerab ra hevaltiyê nake.

Helbet gelek tiştên bi dizî tên kirin jî hene, lê tiştê eşkere tênkirin jî ji bo ku meriv bigihîje qenetekê têrê dikin.

Heger meriv çavên xwe negire, guhên xwe kerr neke meriv gelek tiştan dibîne. Dûra kane li gorî xwe netîceyekê jê derxîne.

Her kes mesûlê xwe ye, kes nikane bi rexnekirin û şîretan kesî ji ser riya hilbijartiya dagerîne, ji dost û hevalên wî veqetîne. Her kes zane çi dike.

Mihî bi nigê xwe, bizin bi nigê va bi darde dibe.

Tu tişt, tu ddem û dewran, tu kursî meqam ne ebedî ye, yên îro xurt in, serdest in, sibe kanin zeîf bikevin, bindest bibin û cezayê xerabiyên xwe bidin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE