27 april 2023

Kerengên Qerejdaxê xwe gîhandin taxa me

Îro rojeke pir ecêb e, ge dibe ewr, ge dibe sayî. Baranê li me kir, me gerra xwe temam nekir, me revîrevî berê xwe da malê. Lê dîsa jî em 7 km meşiyan.

Di vegerê da me riya xwe bi mêwefiroşê me yê bazarê xist. Min bala xwe dayê camêr kerengê anîye. Kîlo bi 80 kronî bû. Teqrîben 8 dolar.

Min rismekî kerengên me girt. Sindoqa li pişt kerenga dişibe uncûran. Kîloya wan jî bi 80 kronî bû.

Erê nav kereng bûn, lê giş sitirî bûn. Ez bawer nakim werin xwarin. Hindik mabû bibin kertal.


Bi texmîna min ne kerengê me bûn, li vir çandine. Lema şikil kereng e, lê giş bûbûn sitirî…

Mêwefiroşê me kurd e, lema carnan mêwe û sebzeyên Kurdistanê jî tîne. Lê kerengên wî ne tu kereng bûn. Di ser da jî pir biha difrot.
Ez bawer dikim ewê di hustuyê wî da bimîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE