27 april 2023

Erdogan Swêd li kurdan kir Tirkiya duduya

Sitara kurdan li Swêd jî nema. Erdogan hukûmeta Swêd jî bi qasî hukûmeta AKPê, pûlis û îstîxbarata Swêd jî bi qasî pûlis û îstîxbarata Tirkiyê kirine antî-kurd.

Dibê şika meriv ji vê yekê tunebe. Şika min bi xwe tune ye. Bi baweriya Erdogan û Mevlut Çavuşoglu çiqasî antî-kurd bin, serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson û wezîrê karên derve yê Swêd Tobîas Bîllstrom jî hewqasî bûne antî-kurd û bi zora Erdogan siyaseteke antî kurd qebûl kirine.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu di heqê kurdan çi difikire, çi dibêje, wezîrê karên derve yê Swêd Tobîas Bîllstrom jî di heqê kurdan da eynî tiştî difikire û eynî tiştî dibêje.

Titşê Tobîas Bîllstrom li ser PKKê di telewîzyona Swêd(SVTê)da gotiye ji beyan û gotinên Mevlud Çavuşoglu xerabtir e, ne kêmtir e.

Tobîas Bîllstrom jî wek Çavuşoglu PKKê ji Tirkiyê ra talûkeyeke pir mezin dibîne û dibêje emê bi Tirkiyê ra şerê PKKê bikin.

Helbet nav PKK ye, hûn viya wek her kurdê li dijî dagikeriya Tirkiyê fêm bikin.

Tirkiye bi navê terorê û PKKê çi dike, Swêd jî li hemberî kurdan eynî metodê bi kar tîne.

Bi çavê terorîstan li kurdên rojhilat, başûr û rojava jî dinêre, mafê mayina li Swêd nade wan, bi zorbatî û neqanûnî wan mecbûrî koçberiya welatekî din dikin.

Tiştê meriv ji gotin û beyanên Tobîas Bîllstrom yê wê hevpeyvînê fêm dike, MITa Tirkiyê ji îstîxbarata Swêd SAPOyê çi dixwaze SAPO sedî sed bi cî tîne.

Bi baweriya min Tirkiye di heqê her kurdî da, di heqê her komeleya kurdan û xabatên kurdan da ji Swêd çi bixwaze Swêd wan daxwazên Tirkiyê bêyî kêmasî û bi suret, bi lez û bez bi cî tîne.

Jixwe wezîrê karên derve Tobîas Bîllsrtom vê yekê venaşêra, dibêje ew mecbûr in alî Tirkiyê bikin, di warê îstîxbaratê da bi Tirkiyê ra bixebirin,”di warê van meselan li hemberî Tirkiyê mesûlîyeteke me heye.”

Çend lînkên li ser axaftin û beyanên wezîrê karên derve yê Swêd Tobîas Bîllstrom

https://www.svt.se/nyheter/inrikes/billstrom-pkk-ett-storre-problem-an-vi-trott

https://www.svd.se/a/MopWvr/billstrom-pkk-ett-storre-problem-an-vi-trott

https://www.expressen.se/nyheter/billstrom-pkk-ett-storre-problem-an-vi-trott/

https://sverigesradio.se/artikel/billstrom-pkks-aktiviteter-i-sverige-storre-an-vad-tidigare-trotts

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE