28 april 2023

Dinya ji bo me kurdan bûye xana kul û derdan

Pêşiyên me, bav û kalên me pir zulm û neheqî dîtine, lema jî gotine "dinya xana kul û derda ye."

Rast e, "dinya xana kul û derda ye", lê ne ji bo her kesî û her miletî. Ji bo me kurdan bi rastî jî "dinya xana kul û derda ye."
Ez dibêjim ji xana kul û derdan hinekî xerabtir e jî. Xana bindestiyê û êsîrhaliyê ye.
Tu dibêjî belkî em kurd ji bo kul û derdan, ji bo zulmê bikşînin, ji bo bi sedsalan bindest bimînin xuliqî ne.

Kul û derdên dinyayê giş bûne para me kurdan. Rev jî êdî me xelas nake. 

Em bûne wek nokên tu li tahtê xînî, li her dera dinyayê belav bibin. 

Lê dewleta tirkan li sirgûnê jî me rehet nahêle, li Ewrûpayê jî wer li dû me ne, li van welatan jî jiyan li me kirine jahr û zuqûm û zindan.

Erdogan Swêd jî li me kir Tirkiye. Tirkiyê û Swêd ji bo taqîbata kurdan bi hev ra komîte avakirine. 

Pûlis û îstîxbarata Swêd bi îstîxbarata Tirkiyê re li pey kurdan in. Yanî Swêd jî êdî ji bo me kurdan bûye Tirkiye.

Li welatên din jî kêm zêde rewşa me ev e. Çimkî em miletekî bêdewlet in. Miletê bêdewlet wek kesê bêkes e, bêpişt e, kes jê natirse, her kes kane zulmê lê bike.

Însanê bêdewlet dibe wek kûçikê bêxwedî, wek kûçikê kuçe û kolanan, bêxwedî, bêsitar e.
Li be me kurdan riyek tenê heye, ew jî dibê em bibin xwedî dewleteke serbixwe, dibê Kurdistan çêbibe. 

Kurdistan çênebe şansê me yê jiyanê tune ye, taliya me, aqûbeta me jî wek ya asûrî-suryaniyan e, emê bibin tirk, ereb û faris, alman, swêdî, îngilîz, danîmarkî, norwecî....

XXX

Pûlisên Tirkiyê nabênê nadin girtinên kurdan. Ji do da ye mêrikan wek gurên har bi kurdan ketine,qefle bi qefle digrin ser malên kurdan û terora xwe nîşanî me cîhanê didin.

Ji mixalifên hukûmetê deng dernayê, kes tiştekî ji hukûmetê ra nabêje, gişan xwe kerr û lal kirine.

Çimkî yên tên girtin kurd in, lema kes dengê xwe nake. Heger eynî operasyon li hemberî tirkan bihata kirin partiyên tirk ewê li dij derketina, hukûmet rexne bikirana.

Lê ji ber ku yên hatine girtin kurd in dengê xwe nakin. Giş xerabên ji hev xerabtir in. Dostê kûçik tajî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE