22 april 2023

125 saliya rojnameya Kurdistanê li miletê kurd pîroz be


125 sal berê, Miqdat Midhet Bedirxan di 22ê nîsanê da rojnameya kurdî a pêşî Kurdistan li Qahîreyê diyarî miletê xwe kir.

Mala wî hezar carî ava be, gorra wî bihuûşt be. Xwedê kir kurdperwer û munewerekî wek Miqdat Midhet Bedirxan hebû û ev weşana hêja, rojnameya Kurdistanê derxist û bû pêşengê rojnamegeriya kurdî.

Di tarîxa miletan da hin însan bi tena serê xwe, bi xebat û berhemên xwe miletê xwe bi pêş dixin, miletê xwe dikin xwedî eserên nemir.

Miqdat Midhet Bedirxan yekî ji wan kesên esereke nemir diyarî miletê xwe kir û bi vê esera xwe ya nemir, ew jî bû mezinekî miletê kurd ê nemir.

Bi xêra Miqdat Midhet Bedirxan , malbata wî û biraziyên wî Mîr Celadet û Mîr Kamûran miletê kurd bû xwedî rojname, elîfba û gelek weşanên kurdî. 

Van berhemên wan di warê rojnamegeriyê da rê ber miletê kurd vekirin, bûn pêşengên rojnamegeriya kurdî û kurmancî bi pêş xist, xwendin û nivîsandin di nav kurdan da belav kir.

Ne rojnameya Kurdistanê, Hawar, Ronahî bûna rojnamegerî, xwendin û nivîsandin di nav kurdan da hewqasî belav nedibû.

Helbet dibê meriv fêda rojnameya Rêya Teze û xebatên kurdên Sovyetê, Ermenîstanê, Gurcîstanê jî ji bîr neke. Kurdên Sovyetê jî di wexta xwe da ji miletê xwe ra gelek xebatên hêja kirine û gelek berhemên nemir li edebîyat û kitêbxaneya kurdî zêde kirine.

Yanî di warê rojnamegeriya kurdî da xizmeta kurdên Sovyetê jî mezin e. 

Heger îro di warê edebîyat û folklora kurmancî da em xwedî gelek eserên mezin û nemir in, heger bi hezaran sitran, çîrok, şiir û zargotinên devkî ji mirinê xelas bûne ev bi xêra kurdên Sovyetê ye.

Heger ne xebatên wan ên folklorîk bûna gelek tiştên devkî bi xwediyên wan ra ewê biçûna gorrê. Lema jî dibê em tim sipasdarê wan bin.

Rojnameya Kurdistanê û 125 saliya rojnamegeriya kurdî li miletê kurd pîroz be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE