22 april 2023

Ma her misilman zane Fatîheyê bixwîne?

Yekî cilq li Semsûrê, li gorristanê bi qîrîn ji serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ra gotiye:

”Ev mêrik nizane Fatîhê bixwîne, çima hûn bi wî Fatîhê didin xwedin?”

Hin însan cilq in, bêmedenîyet û cahil in, ji edeb û terbiyê bêpar in.
Lê ev ciliqiya wî zirzopî li ser gorrê(mezelan) kiriye di eynî wextê da fikrê gelek kesan e jî, neynika civata me ye jî.

Ji ber ku Kemal Kiliçdaroglu got ”ez elewî me” vî zirzopî ev bêedebî kiriye.

Dibe ku Kemal Kiliçdaroglu Fatîheyê nizanibe. Ev yek ne tiştekî pir ecêb û sûc e. Bi milyonan tirk û kurd ne zanin Fatîheyê bixwînin, ne jî duayek Quranê.

Yekî nizanibe ewê bibêje her misilman zane Fatîhayê bixwîne. Belkî ji sedî 20-30î tirk û kurdan nizanin Fatîhayê bixwînin.

Fatîha bi erebî ye, yê ne bawermend be, nimêjê neke Fatîhayê nizane. Berê hin kal û pîrên nêzî mirinê dibûn çend dua fêr dibûn û nimêj dikirin. Ew jî giş şaşo maşo dixwindin. Çimkî dua bi erebî ne û lema jî jiberkirina wan pir zor e.

Ma ji sedî çendê kurd û tirkan bi erebî zanin, bawermend in û nimêjê dikin?
Yanî her kesê misilman Fatîhayê nizane û ne mecbûr e bizanibe jî. Yê ne bawermend be, baweriya wî dîn û axretê tune be çima ewê Fatîheyê û duaan bizanibe?

Li Kurdistanê û li Tirkiyê bi milyonan ataîst û deîst hene. Ew wek kesên bawermend dua miayên Îslamê nizanin.

Min Quran xitim kiriye, di zaroktî û xortaniya xwe da, heta destpêka 1970î  jî min di meha Remezanl da cuz û her êvarên înîyan jî Yasîn dixwend û nimêj jî dikir.

Lê dûra min dev jê berda û nuha ez jî Fatîhayê nizanim. Ne Fatîhe tenê, duayek jî di bîra min da nemaye. Min giş ji bîr kirine.

Lê jixwe ne şert e li ser goran meriv miheqeq Fatîheyê bixwîne, meriv kane bi zimanê xwe dua bike, ew jî dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE