21 april 2023

Şikir bike

Rojeke meha Remezanê kalekî elewî bala xwe dayê li ser dikaneka mêwefiroş yek zebeş dixwe. Jê ra gotiye:

-Bira, meha Remezanê ye, eşkere nexwe, yek kane were bela xwe di te bide.
Mêrik gotiye:
-Ez ne misilman im.
Kalê elewî gotiye:
-Wê demê têr bixwe û ji Xwedayê xwe ra û ji dînê xwe ra şikir bike..

Naxwaze bêhurmetiyê bike

Xoce Nesredîn çû mizgeftê, nimêja xwe ya îniyê kir, dûra li kerê xwe yê meşûr hat û bi cimatê ra berê xwe da malika xwe.
Bi rê da kerê da lotika, ket pêşiya milet. Ji ber ku paşiya Xoce ket milet, ji kerê xwe daket, paşpê lê siwar hat.
Yên pê ra jê pirsîn, gotin:
-Xoce, çima tu paşpê lê siwar hat?
Xoce got:
-Ji bo ku li hemberî we bêhurmetiyê nekim.

Ka ez jî hinekî bimrim
Rojeka Remezanê cîranê Xoce Nesredîn ew dawetî fitarê kir. Li ser sifrê kevçiyek tenê hebûye, bi dor kevçî bi kar anîne. Xwediyê malê sehana xoşabê  kişandiye ber xwe û bi kevçîya kişiyayê, piştî her kevçîyî gotiye:
-Çi xweş e, wele min xwe pê kuşt, ez pê mirim…
Xoce xwe ranegirtiye, gotiye:
-Bes e, tu mirî, ka wî kevçî bide min, ez jî hinekî bimrim…


Turîst û roja eydiyê

Turîstekî ewrûpî roja Eydiya Remezanê çûbû Îranê. Bala xwe dayê xelkê bajêr giş dixun, vedixun, kfêf dikin.

Yê turîst jî dawetî xwarinê kirine, gelek xwrinên xweş îkramî wî kirine. Piştî zikê xwe baş têr kiriye, ji kesên dor xwe ra gotiye:

-Ev çi welatekî baş e, her tişt belaş e, xwezî mala min jî li vir bûya.

Yên li dorê gotine:

-Bi îro nexape, îro Cejna(Eydiya) Remezanê ye, lema wiha ye. Rojên din meriv ço dikin.

Mêrik gotiye:

Xwezî her roj cejn bûya, wê demê her kesê têr bixwara, ço mo jî nedima.

 

Remezan nare mala wî

Danê nîvro bû, kalê elewî di malika xwe da sifra xwe raxistibû loqek xwarin dixwar. Cîranê wî li derî xist, hat hundur. Bala xwe dayê kalo ne bi rocî ye, sifra xwe raxistiye, xwarinê dixwe. Bi gazin jê ra got:

-Şerm e, şerm e, ma Remezan qey nehatiye mala te?

Kalo got:

-Cîran, ma dera hewqas koşk û sera, qesir û qonax lê hebin mubareka Remezanê qet riya xwe bi vî kusêxê min dixîne ? 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE