21 april 2023

Dengê ”Allahu û Ekber, Allahu û Ekber” li Stockholmê olan dide !

Stockholm bûye wek bajarekî misilmanan, bajarekî îslamî. Dengê selayê û ”Allahu û Ekber, Allahu û Ekber” di hundur da ez ji guha kirim.

Lokala lê nimêja eydiyê dikin herî kêm 2 km ji mala me dûr e, lê dengê ”Allahu Ekber, Allahu Ekber” ji hoparlorê qiyamet rakiriye, li taxa me olan dide.

Nuha jî dengê Quranê tê. Mele bi dengekî bilind Quranê dixwîne û ji 2-3 km dûrî min ez jî lê gudarî dikim!

Ne karê aqil e, meriv nikane bawer bike, lê rastiyeke. Misilmanan, ereban, afrîqiyên misilman Swêd zû girtin. Him jî bêyî şer, bi rehetî…

Ne li taxa me tenê, li her dera Swêd wiha bûye.
Misilmanan, ereban, tirkan, pakîstaniyan, somalîyan, afrîkiyên misilman Swêd bi nîv henekê kirine welatekî misilman.
 
Hema hema li her bajarekî Swêd çend taxên, herêmên bûne taxên misilmanan û afrîqiyan hene. Li gelek bajaran navên herêman kirine "Magadîşu", yanî paytexta Somalîya yê.

Xutbeya ez nuha lê gudarî dikim jî îspata wê ye. Swêd hêdî hêdî dibe welatekî îslamî. 

Wiha here Swêd ewê bibe endamê Yekîtiya Welatên Îslamî.

Li Stockholmê, bi volîmeke hewqasî bilind duakirin ne karê aqil e, tu ferqa Stockholmê ji Konyayê, ji Rîyadê, ji Magadîşûyê nemaye.

XXX

Wezîrê karên derve yê Çînê Qin Gang li ser gelşa Taîwanê sînyaleka talûkê daye Amerîkayê û Ewrûpayê, gotiye: ”Di mesela Taîwanê da yên bi êgir bilîzin ewê bişewitin. Hûn bi êgir bilîzin hûnê xwe bişewitînin.”

Mesela Taîwanê talûkeyeke mezin e, şalê Taîwan jî nebe Ûkrayniya duduya.

Gerek Amerîkayê ji Ûkraynayê derseke baş girtibe, nehêle şer çêbibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE