20 april 2023

Cejna we ya Remezanê û şekir pîroz be!

Meriv çaxa li xerîbiyê be, ne li welatê xwe be, ne di nav miletê xwe da be tarîxa cejnan, eydiyan jî nizane.

Min nizanîbû îro Erefat e, sibe Eydiya Remezanê ye. Bi xêra medyaya sosyal ez nuha fêr bûm sibe eydî ye.

Me ji vê eydiyê ra digot Eydiya Remezanê û Eydiya Şekir.

De bira Eydiya we ya Şekir û Remezanê pîroz be.

Lê zêde şekir û şîraniyê nexun. Nefsa xwe miûz nekin, lê xwe bi peqlawê û qedaîf û loqim jî nekujin.

Ji ber ku min nizanîbû sibe cejn e, min peqlawe jî nekirî. Berê her eydî min li mal ya peqlawe ya jî qedaîf çêdikir, lê ji zûda ye min dev jê berdaye.
Çimkî li piyasê êdî peqlawa baş heye. Du sê heb in, giş jî entabî ne. Ereb jî hene, lê ez ji peqlawa ereban hez nakim. Zarok jî jê hez nakin.
Ne teq, ne req diçim şîraniyeke xwe dikirim û têm. 

XXX

Ez nuha rastî vê gotina xweş hatim. Binêrin kê gotibe çiqasî ji dil gotiye:

-Heger di çolistana(sahreya)evînê da tu ne Mecnûn î ne ban Leylayê ke, ne jî çolistanê biwestîne.

Heger hûn di doza xwe da, di baweriya xwe da ne ji dil in ne xwe biwestînin, ne jî xelkê.

XXX

Berpirsiyarên PDKê û YNKê carnan eşkere,canan jî bi dizî tên ba hev, civînê li pey civînê çêdikin. Carna beyanên xweş û hêvîdar belav dikin, dilê me xweş dikin, avê bi ber dilê me direşînin.

Lê dûra em dibihîzên meaşê teqawidên hev birrîne. Yanî kal û pîrên hev mahkûmî birçîbûnê kirine. Nanê ji hev biqete cardin bi hev va nagre.

 XXX

-Heraret di êgir da ye, ne di sêlê da ye

Kermat di serî da ye, ne di tacê da ye

Tu li çi digere, li ba xwe lê bigere

Quds jî, Mekke jî, ne li Hecê ye

///Hecî Bektaşî Welî

Kurmanciya wê: Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE