20 april 2023

Mirîşk ji bo kêkê bike ne motajî dîk e

Li welêt xelkê wer bawer dikir mirîşk xêra dîk hêkan dikin. Dema mirîşk ji hêkan dihat birrîn digotin ji bêkêrîya dîk e, qey dîk karê xwe baş nekiriye.
Lê helbet ji bo hêka bike mirîşk ne motajî dîk e, tenê ji bo hêkên binê qurpê alîkariya dîk lazim e.

Mirîşkên ewrûpiyan bêyî dîk hêkan dikin, mirîşkên ewrûpiyan fêm kirine ji bo hêkan ew ne motajî fisa dîk in.

Wek vê meselê hin tişt hene meriv dibêje belkî ne ew be nabe, hebûna wî şert e, ne wisa ye.

Mesela hin siyasetmedar, hin serok tunebûna siyaset ji ortê ranedibû, halê me ewê baştir bûya. Hebûna wan bûye sebebê nelihevkirina kurdan û şerê nava malê. 

Siyaset jî guherînê, nuhbûnê dixwaze, nabe eynî meriv 40-50 salî tim serok be, tim pêşengê civatê be.

Çi kar dibe bira bibe, piştî emrekî dibê meriv dev jê berde, rê bide nifşên, cîlên nuh.
Lê li ba hin partiyan serokatî hetanî mirinê ne, ew bimre lawê wî dikeve dewsa wî, îcar ew dibe serok.

XXX

Li kuçe û kolanên medyaya sosyal her roj meriv rastî gelek merivên xêv tê. Gotinê fêm nakin.

"Bi merivê xêv, rentele, bodele ra nekevin minaqeşê, ewê we jî daxîne mistewa xwe, dûra jî bi tecrûba xwe ya vê mistewê zora we bibe."

XXX

Heval û alîgirên partiyan bi minasebeta hilbijartinên Tirkiyê van rojan baş bela xwe di hev didin, li ser hev belgeyên kevn belav dikin, gelek nav û nîçokan li hev dikin.

Ji fêsad û gelacan ra mane xweş bûye, dibêjin fersend ev fersend e, ew jî êgir gurrtir dikin.

Ev şer ne li fêda kurda ye, lê kes guh nade vê yeê. Her kes dixwaze sedeqeta xwe nîşanî serokê xwe û partiya xwe bide.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE