19 april 2023

Facebook min rehet nahêle

Facebook min pir diwestîne, pir nerehet dike. Vê sibê zû dîsa ji min ra got ji ber nivîsa te ya ”çar keriyên guran” me hesabê te 6 rojan girtiye. Çimkî te di nivîsa xwe da kîn û nefret belav kiriye.

Min îtîraz kir, min got ne rast e, min di nivîsa xwe da li hember kesî nefret belav nekiriye. We nivîsa min şaş fêm kiriye.

Piştî nîv saetê hesabê min aktîf bû. 

Di her nivîsa min a li ser Tirkiyê û Tirkiyê bîne bîne bîra meriv eynî tişt dibe, kontoya min tê girtin, piştî îtîraza min vedikin.

Facebook bi tiliya Tirkiyê min pir nerehet dike, wek kelmêşekê, wek mozqirtikekê gav û saetê li dora serê min vinevina wê ye, min aciz dike...

Wek berê jî min çend caran got, Tirkiyê sîxurekî kurd kiriye nobetdarê malpera min, her nivîsa min dixwîne, kontrol dike.

Gava mecazek, metaforek jî Tirkiyê bîne bîra meriv, lê gilî dike. Xwezî min bizanîbûya ev xayin kî ye?

Min li ser wî çend tiştin gotine, nuha ew jî xwendine, lê merivê sîxur, merivê xayin li ber xwe nakeve.

Ez carnan difikirim dev ji Facebookê berdim, lê dûra dibêjim na, ezê ji ber Tirkiyê nerevim, ezê vê meydanê ji wan ra nehêlim. Heta ji min were, hetanî bihêlin ezê di vê platformê da binivîsînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE