19 april 2023

Belkî binî ji ser çêtir be

Mêrik bi xemgînî derdê xwe ji hevalê xwe ra digot, jê ra qala zor û zahmetiyên jiyanê û dinyayê dikir. Ji jiyanê, ji rewşa dinê ya xerab pir bêhêvî bûbû, got:

-Heger wiha here qiyametê rabe, dinya ewê serobinî hev bibe.

Hevalê wî got:

-Bira serobinî bibe, belkî binê wê ji ser wê çêtir be.

 Mêr mêra nas dike

Di cimatê da şêwr li ser mêran û mêraniyê bû, her kesî qala egîd û mêra dikir. Yekî got:

-Wele tiştê ez zanim di sûka Sêrtê da sê mêr hene. Yek pismamê min î Misto ye, yek xalê min î Ehmo ye û yê sisiya jî ez navê wî nabêjim, hûn tê derxin.

Cimatê çuqas israr kir jî navê yê sisiya negot, got ez nabêjim, hûn tê derxin.

Pismamê wî Misto jî di nav cimatê da bû, got:

-Ez zanim ew kî ye , ew jî tu yî.

Xwediyê fortan got:

-Law bi rastî jî mêr mêra nas dike.


Xemgîniya paşgotiniyê

Rojeka Remezanê Xoce Nesredîn rastî dostekî xwe hatiye. Bala xwe dayê gewzê dostê wî ne xweş e, hinekî bêmahd e. Xoce gotiye:

-Xêr e, ji bo çi kêfa te ne li cî ye?

Mêrik bi xemgînî gotiye:

-Qet mepirser Seyda, wê rojê bêhemdî ez ketim gunehê hevalekî xwe, min gunehê wî girt. Lema ez xemgîn im.

Xoce gotiye:

-Ê çi baş e, te bara wî hinekî sivik kiriye.

Hesabê axîretê

Meha Remezanê bû, kalo li ser israra xanima xwe rojek rojî girtibû. Remazan qediya. Rojekê di cimatekê li ser rojiyê dipeyivîn. Yekî zêde sofî got:

-Îsal min rojekê rojiya xwe xwar. Sibe li axîretê ezê hesabê wê çawa bidim ez nizanim !

Kalo got:

-Tu qet xema nexwe, heger tu ketî tengasiyê û te nikanîbû hesab bida, xeberê bide min, ezê werim ji te ra hesêb li hev ragirim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE