15 april 2023

Tirkiyê bi hingivê xwe yê sexte di medya swêd da olan da

Tirkiye welatê sextekaran e. Di van rojên dawî da Tirkiyê bi hingivê xwe yê sexte di medya swêd da olan da

Li gorî rapora Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê ji sedî 74ê hingivê Çînê û ji sedî 93ê hingivê Tirkiyê sexte bûye. Him jî ji nîvî zêdetir ne hingiv bûye, şekir û av bûye.

Tirkiye ji berê û berê da welatê sextekaran e. Hîle û sextekariyê nekin rehet nakin. 

Di her îxracata xwe da miheqeq hîleyekê, sextekariyekê dikin. Lema jî li Ewrûpayê malê herî bêqîmet malên Tirkiyê ne.
Li Ewrûpayê du welat bi hîle û sextekariyên xwe bi nav û deng in, Çîn û Tirkiye.

Lê di her warê sextekariyê da Tirkiyê li pêş Çînê ye. Kêrteke, tirkan tim ji ya çîniyan zêdetir e.

Dibê kurd tu carî hingiv ji dikanan nekirin. Hingivên markêtan giş, belkî ji sedî sed sexte ye.

XXX

Li Tirkiyê her ku tarîxa hilbijartinan nêzîk dibe pûlis zorê didin girtina kurdan.

Îro dîsa li Amedê, li Stenbolê, li Îzmîrê, li Kocaelîyê, li Şirnexê, li Êlihê, li Mêrdînê, li Mûşê, li Agirîyê û li Rihayê girtine ser malên kurdan, bi tohmeta endamtiya PKK/KCKê 16 kes girtine.

Kêla maneya tije nabe, her roj digrin ser çend malên kurdan û çend kesan digrin. Girtin û terorîzekirina kurdan bûye karekî dewleta tirk a rojane, dibê her roj bikin. Heger her roj çend kurdan negrin gurrî bibin, kul di canên wan da derkevin.

XXX

Ewrên baranê giran bûn, peşkên baranê hatin xwar. Kêsrekê ji bo kevir dest bi girî kiriye, gotiye:

”Va ye baran hat, kevirê çawa bike?”

Baranê ne kevir, ewê kêsrekê perîşan bike, lê ew ketiye heyra halê kevir.

Em kurd kêsrek in, lê haya me ji me tuneye, em dixwazin qûna Tirkiyê ya xwar rast bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE