Bihar bû, rojeke xweş bû. Kalekî kurd li Stenbolê li parqê xwe dabû ber tava biharê. Carê destê xwe bir serê xwe, serê xwe xurand. Tirkekî li nêzî wî rûniştibû jê ra got.
-Apo, li qusûrê nenêre, ma tu kurd î?
Kalo got:
-Belê. Te ji bo çi pirsî?
Yê tirk got:
-Ji ber ku te ji ser şewqê xwe serê xwe xurand min fêm kir
tu kurd î.
Kalo awirek dayê, got:
-Çi pêve ye? Ma dema tu qûna xwe duxrînî, tu pantor û
derpiyê xwe ji xwe datînî ?
Ciwanîya kalo
Kalo riya xwe kur kir, melhem û lewante jî baş di xwe da,
dûra ji xanima xwe ra got:
-Xatûn, sibehan dema ez riya xwe kur dikim herî kêm ez deh
salan ciwantir dibim.
Xanim mizicî, got:
-Ê heger rast e, xêra xwe bi şev jî carê kur bike, qenekê
ewê bi kêrî tiştekî bê.
Bîstanê Xoce Nesredîn û Xwedê
Xoce Nisredîn bîstanê xwe çand, got bira îsal yê min û yê
Xwedê nîvî be. Nîvî ji min ra, nîvî ji Wî ra.
Piştî bîstan çêbû, rojekê li nav geriya, got:
-Bira ev aliyê rind ji min ra be, aliyê xirab jî, ji Xwedê
ra be. Ew bixwaze kane yê xwe baş bike.
Lê para wî baş nebû, baş zebze neda.
Aliyê Xwedê pir baş bû, lem tije zebze bûn.
Xoce nêt li para Xwedê xera kir, di dilê xwe da got:
-Bi şev ezê herim ji xwe hinek sebze top kim. Çawa be şev e,
tarî ye, Xwedê min nabîne.
Bû şev, Xoce çû ket nava bîstên, dest bi topkirinê kir. Ji
bêşansiya wî ra ji nişka ve ewr giran bûn, bareneka bi zirp dayê, bû
gurre-gurra tavan û şîrqîna birûskan.
Bi şîrqîna birûskan ra dinya bû wek rojê. Xoce ji himîn û
gurmîna tavan û birûskan hinav lê qetiya, ji tirsa biziya, bi dengekî melûl
got:
-Heyran, hela bise, te xêr e, tu dahwa çi li min dikî? Para te hîn li ciyê xwe ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar