Pêşiyên me li ser ewladê pîs, ewladê bêkir teşbîhek pir xweş kirine, gotine:
-Ewlad heye serbiser e, ewlad heye gula li ser e, ewlad jî
heye xwelîser e.
Gelek kurdên xwelîser ji dêlî ku bavên xwe derbas kin, ji miletê xwe ra karekî baş bikin, bûne heval û rêberên dijmin.
Yên pî û baskên kurdan şikandine, yên hêza dijmin li
Kurdistanê qewî kirine ev kurdên xwelîser in.
Kurdên bûne heval û peyayên tirkan ji leşker û pûlisên
dewletê xerabtir in. Bêyî piştgiriya wan dewletê nikanîbû ev zulm li me bikira.
Kevir li kûz(li cer) keve jî wey li halê kûz, kûz li kevir
keve jî dîsa wey li halê kûz.
Kîjan li kîjanî keve jî yê li zirarê, yê dişkê tim kûz e.
Qedera me kurdan û ya kûz pir dişibe hev.
Halê tirkan baş dibe jî em li zirarê ne, halê wan xerab dibe
jî em li zirarê ne.
Çimkî em kûz in, ew kevir in.
Ji bo ku em neşkiyên dibê em bi kevir bin, ew jî bi kûz bin.
Lê ev îş ewê çawa bibe bi Xwedê ez jî nizanim.
Ji bo ku em bibin kevir û kûz bişkînin serokên me yên îro
qet hêviyekê nadin min...
XXX
Vanpîrên tirk ên tahmijîne xwîna me li Silêmaniyê bi
droneran dîsa çend kurd kuştine.
Ev vanpîr û zebanî ji kuştina me, ji xwîna me têr nabin.
Wek gurên har, wek vanpîrên devbixwîn wer li pey me ne,
nahêlin em rojekê jî rehet bikin, ne dilbikul û şînî bin
Em kezebreşî kirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar