16 april 2023

Gelo Tirkiyê Facebook kiriye?

Tirkiyê do li Silêmaniyê bi dronerekê li texiyekê da û çend kes kuştin û birîndar kirin. Li ser vê min jî çend rêz li ser êrîşê nivîsîn.

Ji ber van çend rêzên min ên  li ser Tirkiyê*, Facebookê ji min ra got me 6 rojan hesabê te girt.

Piştî her nivîsa min a li ser Tirkiyê kontoya min digrin. Vê carê jî wer bû.

Min îtîraz kir. Piştî nîv saetekê gotin, "li qusûra me nenêre, me şaşî kir", hesabê min dîsa aktîv bû.

Ez dibêjim Tirkiyê merivên xwe danîne ser beşê kurmancî, ew her nivîsa li dijî Tirkiyê qedexe dikin.

Gava meriv îtîraz dike, hinekên din kontrol dikin, dibînin ku irqçîtî, kîn, nefreta li dijî tirkan tê tuneye. Li ser vê, qedexeya li ser hesêb radikin.

Yanî tiliya Tirkiyê miheqeq di van kontrol û qedexeyên Facebookê da heye. Tirkiyê û Facebookê bi hawakî li hev kirine merivê Tirkiyê nivîsên kontrol bikin.

Çimkî ji ber rexneyeke herî biçûk jî kontoyê digrin. Ev du sê mehin in midaxeleyên wiha dest pê kirine.

Belkî îstîxbarata Swêd û MÎTa Tirkiyê bi hev ra kontrol dikin. Îstîxbarata Tirkiyê û ya Swêd ji bo taqîbata kurdan bi hev ra komîte danîne, bi hev ra kurdan taqîb dikin.

Vî îşî, yanî li Swêd taqîbkirina kurdan piştî miracaeta Swêd a NATOyê dest pê kir.

*Vanpîrên tirk ên tahmijîne xwîna me li Silêmaniyê bi droneran dîsa çend kurd kuştine.

Ev vanpîr û zebanî ji kuştina me, ji xwîna me têr nabin.

Wek gurên har, wek vanpîrên devbixwîn wer li pey me ne, nahêlin em rojekê jî rehet bikin, ne dilbikul û şînî bin

Em kezebreşî kirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE