17 april 2023

Kî ji me ra çê ye ew bav û dê ye

Çar keriyên gurên har çarhawêlî me girtine, gava fersendê dibînin êrîşî me dikin. 

Armanca wan me tarûmar bikin, koka me biqelînin. Dixwazin me li Kurdistanê, li vê coxrafiyayê nehêlin. 

Di vî warî da herçar keriyên guran jî mitefiq in, hemfikir in.

Îro li dinyayê tenê Amerîka, Fransa xêrxwaz û çend welatên Xerbî dilxwazên me ne, me ji keriyên guran biparêzin. 

Lema jî dibê em qedrê wan baş bigrin, çêyiya wan teqdîr bikin. Çimkî ji me ra rind in, çê ne.

Erebo çêo, bav û dêo. Kî ji meriv baş e, çê ye, ew bav û dê ye...
Bi hezaran kurd di nav refên gurên har da ne, ew jî alî guran dikin, qewetê didin guran.

XXX

Hin kurdên me kemalîstên tirk dikin gurê manco û îslamîstên mitefikên xwe jî dikin milyaket.

Dev ji vê durûtiyê û fêlbaziyê berdin, yek ji yê din xerabtir e, pîvaz çi sor, çi sipî, herdu serî jî mişkên qulekê ne, nêçîrvanên serê me ne.

Tiştên kemalîstan sed sal berê kirin îslamîst û faşîstên mitefikên we nuha, li ber çavên we çarqat, pênc qat dikin.

XXX

Îbrahîm Tatlises birine Hewlêrê. Bi merasimeke mezin, wek serokekî netewî pêşwazî lê kirine.

Îbo bi Erdogan û leşkeran ra dagirkirina Efrînê pîroz kir, straneke pîrozkirina dagirkirina Efrînê pêşkêşî Erdogan kir.

Miletê xayinekî wiha dawetî Hewlêrê bike, bi hezaran herin pêrgî wî ji wî xerabtir in. Ji miletekî wiha tu tiştekî baş sadir nabe.

XXX

Ji kitêbfiroşê bi hezaran kitêb danîbûne kuçê pirsîne:

-Ma tu dibê ewê nedizin?

Kitêbfiroş gotiye:

-Yên bixwînin nadizin, diz jî naxwînin.

XXX

Miletên zarokên xwe, ciwanên xwe bi kitêban mezin nekin talya wan xerab e.

Kitêb dermanê ruh e, perwerda aqil e

Kitêbeke baş wek xezîneyekê ye.

Kitêb jî wek hevalan in, dibê meriv bi dîqet hilbijêre.

Kitêbek dibê hestên meriv, fikrên meriv li bin guhên ev xîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE