17 april 2023

Dibê meriv hewqasî jî nebe heyranê xelkê !

Asîmîlasyonê, hevaltiya bi dagirkeran ra mejiyê hin kurdan çelqandiye, bûne heyranê edebîyata tirkî û edîbên tirk.

Muhsîn Kizilkaya di malpera Haberturkê da bi heyraniyeke mezin du şairên tirk, Cahîd Sitki Tarancî û Zîya Osman Saba dane nasîn, dûr û dirêj qala hevaltî û serpêhatiya herdu şairan kiriye.
Ez di malpera Abdullah Kiran da rastî vê nivîsa Muhsîn Kizilkaya hatim.

Cahîd Sitki Tarancî diyarbekrî ye, lê şairekî tirk e. Kurdbûna wî jî ne zelal e, ez bawer nakim kurd be. Her kesê ji Amedê ne kurd e, tirk jî hene.

Lê bi eslê xwe kurd be jî şairekî tirk e. Lema jî tirk wî asîmanan dixin. Kurd jî qurişrekî xwe di wî û di şiîrên wî nadin.

Muhsîn Kizilkaya, ji dêlî li ser jiyana du şairên kurd raweste, jiyan û serpêhatiyên wan, berhemên wan bi me, bi nifşên nuh bide naskirin, serê xwe bi serpêhatiyên du şairên tirk ra êşandiye.

Zanayên xelkê, ronakbîrên xelkê berî edebîyat û edîbên xelkê, edebîyata xwe, edîbên xwe, şairên xwe nas sikin û bi nifşên nuh didin nasdkirin.

Dibê meriv berê xwe nas bike, dûra xelkê. 

Lê Muhsîn Kizilkaya wer nakiriye, şairên kurd, şairên tirk bala wî kişandiye û bi heyraniyeke mezin ew bi me dane naskirin.

Gava ruh û hestên netewî bi însên ra zeîf be, ji xwe ra kûsiyan, ji xelkê ra masîyan digire, gîha hewşa cîrên tim pê hişintir e.

Berî ku em şair û edîbên tirk nas bikin, dibê em edîb û şairên xwe û eserên wan nas bikin, serpêhatiyên bizanibin û wan bi nifşên nuh bidin naskirin.

Ev wezîfeye her zana û ronakbîrê kurd e.
Ma we qet dîtiye nivîskarekî tirk jiyan û sepêhatiyên du şairên kurd meraq kiribe û ew dabe naskirin?

Ma Goran, Pîremêrd, Dildar, Cîgerxwîn, Qedrî Can, Şêrko Bêkes bi qasî Tarancî û Saba ne muhîm in? 

Bira Muhsîn Kizilkaya wexta xwe bide naskirina wan û wan bi xortan bide naskirin, çima şairên tirk bi me dide naskirin?

Dibê em ne edebîyat û şarên tirkan, tarîxa xwe, edebîyata xwe nas bikin û bi ciwanên xwe bidin naskirin.

Dibê nifşên nuh bizanibin pêşiyên wan çi kirine, çi nivîsîne, çi hatiye serê wan, çi dert kişandine?

Bi nasandina Cahîd Sidki Taranci û Ziya Osman Seba meriv tu fêdeyê nade kurdan û nifşên nuh. Bi nivîsên wiha meriv xortan dihewisîne zimanê tirkî, edebîyata tirkî û xizmetê ji asîmîlasyonê ra dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE