Heta meriv heyret(matmayî) nemîne jê hez nake, nabe hayranê tiştekî. Berê dibê meriv bibêje ”waw!”, çi xweş e, çi muhteşem e, çi ecêb e, çi harîqe ye?
Dûra meriv meraq dike, bi pê dikeve. Bi vî hawî meriv digihîje rastiyê û
armanca xwe.
Yanî heyret, meraq û hezkirin cêwî ne, bi hev ra dixuliqin.
Jixwe lema Platon heyretê, matmayinê, pirsê wek destpêka felsefê qebûl dike.
Mesela, çima em kurd bindest in?
Çima dewleteke me jî tune ye?
Çima hewqas kurd dibin hevalên dijminên xwe, dagirkerên welatê xwe?
Çima kurdên din, yên ne hevalên neyar nikanin wan ji dijmin biqetînin?
Meriv çiqasî matmayî bimîne hewqasî dibe heyran, meraq dike û li bersîva çima yê digere.
Ferqa însanên rojavayî û rojhilatî ya herî mezin meraq e, ji ber ku bi însanên rojhilatî ra meraq pir kêm e, heta hema hema tune ye, lema di qulika xwe ya biçûk da mane, neçûne negerîyane, keşif û îcad nekirine.
Dibê em bizanibin çima em ketin bin vê bindestiyê?
Sebeb çi bû?
Gava me ev yek meraq kir, emê li sebebên em kirin bindest bigerin, wan sebeban fêr bibin.
Ji bo ku em bi xwe jî wan wan şaşiyan dubera nekin dibê em sebeban
baş bizanibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar