15 april 2023

Hewqas kurd çima bûne şûrkêşên tirkan?

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan do li Amedê heqaretên mezin li hêzên kurdan kir, dîsa got ew terorîst in û emê koka wan biqelînin.

Bi hezaran kurdên bêxîret, kurdên bûne zilamên dijmin jê ra li çepikan xistin, ji gefên wî ra, ji heqaretên wî ra, çavsoriya wî ra lîrandin.
Îro jî  berdevkê Erdogan, Îbrahîm Kalin gef li kurdên rojava û başûr xwariye, gotiye:

“Li Sûriye û li Iraqê navê wan çi dibe bila bibe, dixwaze bira PYD, YPG, HSD be, çi navî li xwe dikin bila xwe kin ew hedefa me ne. Me kînga hewce dît emê herin operasyona xwe bikin. Me ev yek ji wan ra (ji Amerîkayê ra) her tim gotiye.”

Mêrikan van gefan li kurdan dixun çimkî zanin zirareke wan tê tuneye, çimkî zanin kurd ewê dev ji piştgiriya wan bernedin, zêdetir rayên xwe bidin wan.

Di vê cephê da îslamîstên kurd, Huda-Par serkêşiya zilamtiya AKPê û Erdogan dikin.

Hin îslamiyên kurd li Kurdistanê di nav kurdan da bûne Hespa Turoya tirkan. Tirk bi destên van hêzên îslamî kurdan dikin tirk.

Gefên Erdogan yên do li Amedê li kurdan xwarin û ev gefên Îbrahîm Kalin nîşan didin haziriyeke wan a êrîşî ser başûr û rojavayê Kurdistanê heye. 

Gava bibînin hilbijartina Erdogan di talûkê da ye ewê êrîşî ser kurdên rojava û başûrê Kurdistanê bikin.

Çimkî mêrikan ji kuştina kurdan, ji dagirkirina bajarên kurdan, ji girtin û terorîzekirina kurdan zirarê nabînin. 

Her ku ew zulmê li kurdan dikin, kurdan dikujin kurd bêtir ji wan hez dikin, hîn pirtir rayên xwe didin Erdogan û partiya wî.

Neyarekî wek Erdogan dihere Amedê bi hezaran jin û mêr, kal û pîr diherin pêrgî wî, xêrhatinê didinê, bi dilşadî lê gudarî dikin. Li her dera Kurdistanê kurd bi milyonan rayên xwe didin AKPê û Erdogan.

Li Dêrsimê, li Şirnexê, li Batmanê û li gelek bajarên din ên Kurdistanê kurd bûne namzedên MHPê û partiyên neyarên kurdan.

Hewqas kurd çawa ketin vî halî, çima hewqasî bûne neyarên qewmê xwe û koleyên tirkan?

Li dinyayê bêyî kurdan tu miletekî hewqasî zêde ji koka xwe, ji qewmîyeta xwe dûr neketiye, nebûye heyranê dagirkerên welatê xwe.

Hemû partiyên tirk, rast, çep, îslamî, faşîst li Kurdistanê, di nav kurdan da şax berdane.
Li gelek bajaran ji sedî 80-90ê kurdan bi van partiyên tirkan ra ne.

Yanî piraniyeke mezin a kurdan êdî dev ji kurdayetiyê berdaye, xwe tirk qebûl dike.

Ev kîtle bi zimanê xwe, bi kultur û edebîyata xwe hîn kurd mabe jî, lê bi fikir û îdeoljiya xwe bûye tirk, xwe wek miletekî ji tirkan cihê nahesibîne.

Di nava 100 salî da bi milyonan însan çawa hewqasî asîmîle bûn, ji kurdbûnê qut bûn, bûn tirk aqilmê meriv nagire.

Gelo miletekî têkeve vî halî mimkûn e dîsa were ser hişê xwe û doza azadiyê û serxwebûna xwe bike?
Xelasiya miletekî ketive vî halî ji mûcîzeyê jî mezintir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE