12 april 2023

Rexnekirina siyasetmedaran mafê her kesî ye

Li her dera dinyayê siyaseta partî dimeşînin, karê dikin ya tên rexnekirin ya jî teqdîrkirin.
Yanî partî jî, siyasetmedar jî tên rexnekirin. Rexnekirina partiyan, siyasetmedaran ne neheqî ye, ne jî sûc e.

Lê hin kurd rexnekirina partiya xwe qebûl nakin, yek gazinekê ji berpirsiyarên partiyê dike, rexneyekê li partiya wî digre, hêrs dibin, dibêjin:

”Heger tu pir jêhatî yî, tu vî îşî baştir zanî vegere welêt, tu vî karî bike, em bidin dû te.
Ji Ewrûpayê aqildayin rehet e. Fermo were welêt…”

Ev ne tu hawe ye. Qedexekirina rexneyê ye. Heqê tu siyasetmedarî tuneye ji xelkê ra wiha bibêje.

Li her dera dinyayê partî tên rexnekirin. Ev yek mafê her kesî ye. Her kesê rexneyekê li partiya te digre ne mecbûr e dev ji kar û barê xwe berde û vegere welêt û partiyekê ava bike.

Daxwazeke wiha ji însanan ne karê merivê biaqil e, li her dera dinyayê siyasetmedar tên rexnekirin. Bêyî kurdan kes ji kesî ra nabêje heger tu pir jêhatîyî were tu vî karî bike. Yê bû siyasetmedar dibê xwe ji rexneyan aciz neke.

XXX
Ji bo ku Amerîka, dewletên mezin guh nedin gefên tirkan, alîkariya me bikin, berî her tiştî dibê em bi tifaq bin û baweriyê bidin xelkê.

Hetanî em yekîtiya xwe çênekin û baweriyê nedin xelkê kes hetanî dawiyê alîkariya me nake.

Dibê em saxlem bin, xelk viya bibîne.

Partiyên me ji dêlî viya bikin, neyartiya hev dikin, li nigên hev dixin, gorra hev dikolin. Û bi van kirinên xwe jî karê dijmin rehettir dikin.

XXX

Li vê dinyayê ji bo însên gelek sifetên baş û bi şeref hene. Hin kesan ji dêlî sifetekî baş, bêarîyê, bêrûtiyê ji xwe ra dikin kar.

Di her hilbijartinê da ji AKPê dibin namzedê parlamenteriyê.

Her car jî Erdogan ji ber deriyê xwe diqewitîne.

Lê mêrik li ber xwe nakeve, şerm nake. Birîna kûçikan bi alastinê sax dibe. Tiştekî em bikin tune ye, însan babet babetî ne, bêar pir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE