11 april 2023

Me Hindik-Rindik ji we ra makyaj û nuh kir

Ji vêsê da ye ez qet venehesiya me, ji ber karê blogê min fersend nedîtiye serê xwe bixrînim.

Serê sibê berê lawikê me yê biçûk, ifara me ya dawî, Rojen hat serdana me. Me bi hev ra xurîniya xwe kir û dûra jî em çûn du saetan gerîyan û hatin mal.

Me qahwa xwe çêkir û êmîşên me jê ra kirîbû da ber. Camêr li xaniyan digere, dixwaze ji xwe ra xaniyekî bikire, lê li hev nayê. Ji me ra qala xaniyên dîtine kir.

Xaniyên diecibînin biha ne, yên erzan jî ew naecibînin. Welhasil li Swêd hetanî meriv dibe xwediyê kusêxekî sal derbas dibin, meriv gelkî diweste.

Piştî bîstek sohbet, min ew û diya wî bi tenê hîştin, ez ketim teqereqa bloga xwe Hindik-Rindik.

Min nêt kiribû dev ji bloggerê berdim, herim Wordpressê. Min ev daxwaza xwe ji Emer Farûk Baran ra got. Camêr çend rojan pê da ket, ji min ra tiştek çêkir, lê ez ji heq derneketim. Ez û wî îro pir pê da ketin, me serrast nekir.

Dawiya dawî ez westîyam, min got heyran dev ji Wordpressê berde, bira ji nivîsên min ra wek arşîvekê bimîne, ezê bloga xwe bidomînim.
Seriyê neêşe dibê meriv paça lênegerîne. Min jî wer kir.

Lê bloga min ji min ra makyaj bike, hinekî sewax û boyax bike. Piştî 5-6 salan dibê meriv rûpelê hinekî nuh bike. Nabe malper tim wek xwe bimîne.

Mala camêr hezar carî ava be, tavilê dest pê kir, di nav saetekê, du saetan da şikil û şemala malpera min guhert, tûzikand, hinekî xweşiktir kir.

Me rengê wê, mîzanpaja wê, sitîla herfan guhert. Hin agahiyên di bîyografîya min da jî kevn bûbûn, me ew jî nuh(update)kirin.

Rismê kitêba min a dawî ”Sitirîyên me” tê tunebû, me ew jî lê zêde kir û rismê Antolojiya Hebû Tunebû nuh kir. Me rismê çapa weşanxna Rûpelê rakir, ya weşanxaneya Darayê xist şûnê.

Yanî ez kanim bibêjim Emer mîzanpaja wê  xweşiktir kir. Li gorî dolê min e.

Malper jî wek vîtirîna mexazê ye, nabe vîtîrîn bi salan wek xwe bimîne, herî kêm salê carê dibê meriv biguherîne. 

Mîzanpaja dawî 5 sal berê bû, lema nuhkirin jê ra lazim bû. Ez neçûm Wordpressê, lê bi vê minasebetê min xemleke nuh lê kir, makyaja wê teze kir.

Ez hêvî dikim ev guhertin bi dilê we xwendevanan jî be, kêfa we jî ji vê makyaja nuh ra were.

Ji ber ku ji danê nîvro da ez bi vê meselê da ketime, min bala xwe nedaya medyaya sosyal, tiştek nenivîsîye, haya min ji xeberên li ser kurdan tuneye.

Hêvî dikim tiştekî ne xweş, bûyereke meriv xemgîn bike neqewimîbe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE