13 april 2023

Pîvana miletperweriyê

Miletperwerî ne ku meriv miletê xwe di ser her miletî ra bigire, ya jî ji miletê xwe pir hez bike. Miletperwerî xebata fêdê digihîne welat û miletê meriv.

Meriv bi kar û xebata xwe, bi berhemên xwe jixweber fêdê dide miletê xwe, alîkariyê bi miletê xwe ra dike.

Yanî miletperwerî, nasyonalîzim ji hezkirinê, ji gotinê, ji his bêtir xebat e, berhemên fêdê didin welatê meriv, miletê meriv. Dibê meriv ji milet ra karekî bike, tiştekî bixuliqîne.

XXX
Yekî gotiye: ”Dar li ser koka xwe, meriv li ser zimanê xwe şîn dibe!”

”Dar li ser koka xwe hişin tê” me fêm kir. Lê însan çawa ” li ser zimanê xwe şîn dibe” ?

Ma qey însan jî dar e, nebat e hişin were ?

Însan ji dayika xwe dibin, mezin dibin, dûra rojekê dimrin. Lê însan tu carî wek daran hişin nayên.

XXX
Bizinê hay ji qula xwe tuneye gotiye hela hûn bala xwe bidinê, mîhî bi dawa xwe da dimîze.
Van rojan di medyaya sosyal gelek bizinên henekên xwe bi mîhîyê dikin zûde bûne.
Him rêber û hevalên dijmin in, him jî devbelaş û zimandirêj in.

XXX
Deve haj ji lêva xwe ya şelte tuneye ji hespê ra gotiye lêva wê ya jêr çi dirêj e.

Hin kesên li Kurdistanê rêberên dijmin in lî dîsa jî nav û nîçokan li xelkê dikin, kurdên ne havlên dijmin rexne dikin.

XXX

Qijikê dixwest meşa werdegê hîn be, meşa werdegê hîn nebû, cotkê xwe jî ji bîr kir.
Her kes ne ehlê, ne erbabê her karî ye, dibê însan xwe bi her kesî ra nerewisîne, xelkê texlît neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE